MÎTʼê tesîr li hilbijartinê kir

yekşem 4 Çiriyê 2020 - 16:28

  • Siyasetvana Partiya Keskan li Awusturyayê Berîvan Aslan got, Erdogan dest dirêjî demokrasiya Awusturyayê jî kiriye.

Li Awusturyayê li eyaleta paytext Viyanayê hefteya bê 11ʼê Cotmehê hilbijartinên eyaletê û cihî hene. Di van hilbijartinan de Berîvan Aslan ji Partiya Keskan ji bo parlemana eyaletê namzet e.
Ji ber ku MÎTʼa Tirk pîlanên kuştina wê gerandibûn û ajanê MÎTʼê Feyyaz Ozturk li Viyanayê teslîmê rayedarên Awusturyayî bûbû û pîlanên MÎTʼa Tirk lê eşkere kiribûn. Piştî ku ev ajan 15´ê Îlonê teslîm bû, polêsan dest bi parastina Berîvan Aslan kir. Lê ji ber vê yekê wê nekarî bi awayekî bi rêk û pêk propagandaya ji bo hilbijartinê bike. Wê doh nerazîbpûna xwe ya ji vê rewşê di ser twitterê re bi van gotinan îfade kir: "Min ti carî texeyul nedikir ku wê kampanyayeke hilbijartinê ya bi vî rengî bi serê min de bê, ku tê de evqasî destdirêjiya mafê min ên demokratîk bikin. Bi saya serê Erdogan.“

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.