Misteşarê reşkujan li Hewlêrê bû

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 03:14

Serokê Eniya Tirkmenan ragihand ku pêr misteşarê MÎT’a dewleta Tirk Hakan Fîdan li Hewlêrê çûye serdana baregeha wan. Yanî gava ku qatilên wî li Silêmaniyê yek ji pêşengên fikra azadiya jinê Nagîhan Akarsel li devê deriyê mala wê şehîd dikirin, ew li Hewlêrê bû. 

Serokê Eniya Tirkmenan Hesen Turan li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku pêr wan li Hewlêrê pêşwazî li misteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan kiriye.

Hesen Turan behsa naveroka civîn û sedema serdana Hakan Fîdan ya ji bo Hewlêrê û hizba wan nekir.

Rojnamevan, nivîskar, aktîvîsta jinan û akademîsyen, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel heman rojê saet di navbera 10 û 11’an de li ber mala xwe bi êrişeke çekdarî hat şehîdkirin. 

Pêr balafirên dewleta Tirk a dagirker li nêzî navçeya Şarbajêr ya Silêmaniyê wesayîtek bombe kir. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêr bi şev gundên Pênciwênê jî bombebaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.