Miss Fury ya Tarpê Millsê 

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Çile 2023 - 04:41

  • June navê maxlesê xêzkariyê Tarpê Mills li xwe dike. Heta ku xêzeromana wê Miss Fury gelekî navdar nabe, kes nizane ku jinekê ev karaktera navdar a jin a xêzeromanên Emerîkî çêkiriye. Wê serê xwe li ber sansurê jî netewandiye û xêzên wê nexasim di warê karakter û kostumên wan de gelekî wêrek bûn.  

SILÊMANÎ ZAXURANÎ

 

June Tarpê Mills ji navdartirîn xêzkarên jin ên xêzeromanên Emerîkî “comics”an bû. Karektera wê Miss Fury gelekî populer bû di salên 1940 û 1950´î de. Heta ku ew gelekî populer nebû jî xelkê nizanîbû ew jin e. Ew di warê xêzkariyê de gelekî wêrek bû, tevî sansura rojname û weşanxaneyan, wê kostumên karakterên xwe neguhertin. 

Qehremanên jin ên xêzeroman û rêzexêzeromanên Emerîkî yên bi navê “comics” nisbeten dereng derdikevin holê. Jixwe, ji destê jinekê hê jî derengtir. Ji van, ya herî pêşî ya ku xêzker û nivîskara wê jin bû, qehremana xêzeromanê Miss Furyê bû. June Tarpê Mills xêzker û nivîskara serpêhatiyên Miss Furyê bû. 

June Mills 25´ê Sibata 1912´an li Brooklyn a New Yorkê hatibû dinê û jiyana xwe esas li vê semtê bihurand.

Ji ber ku ne asayî bû hingê jin xêzkeriyê bikin, wê maxlesa Tarpê Mills ji bo hunerê xwe bi kar anî. Ji ber wê jî demeke dirêj xelkê nezanîbû ew jin e. Wê beriya Miss Fury ya sala 1941´ê hat weşandin, xêzeromanên "Devil's Dust (Toza şeytên)”, "The Cat Man (Zilamê kitik)”, "The Purple Zombie (Zombiya binefşî)” û "Daredevil Barry Finn (Barry Finn ê çavsor)” xêz kirin û dan weşandin.

Wê wekî din ji bo beriya Miss Fury, ji bo Funny Pages, Star Comics, Amazing Mystery Funnies, Amazing Man Comics, Masked Marvel, Prize Comics, Target Comics, û Reg'lar Fellers Heroic Comics xêz kir û çîrok nivîsandin.

Miss Furyê heta bi sala 1952´yan weşana xwe dewam kir. Piştre jî June Mills ji karê xêzkariyê vekişiya. Ew sala 1971´ê careke din li vî karî vegeriya bi Our Love Story for Marvel Comics (Serpêhatiya me ya bengîniyê ya ji bo Xêzeromanên Marvel). Wê sala 1979´an dest bi xêzeromaneke nû ya Miss Fury kir, lê ev romana hanê bi dawî nebû. Jixwe piştî wê bi 9 salan ew li Brooklynê mir.

 

Miss Fury

“Bell Syndicate” ji bo weşanê produksiyona metn û wêneyan dikir. Bell Syndicateyê qismên xêzeromanên Miss Fury, 6´ê Nîsana 1941´ê da destpêkirin û navê wê hingê, serê pêşî, Black Fury bû. Ev qismê pêşî yê Miss Furyê, beriya weşandina Wonder Womanê bi 6 mehan derçûbû. Bell Syndicateyê ev parçeyên xêzeromanê 351 hefteyan li pey hev weşandin ji 1942´yan heta dawiya 1949´an. Weşanên Timely Comiscs ew di kitêbên xêzeromanê de berhev kirin. Serê pêşî kesî nedizanî ku Tarpê Mills jinek e, lê bi populerbûna xêzeromanê re êdî xelk pê hisiya ku xêzkera Miss Furyê jinek e. 

 

Sansurkirina Miss Fury 

Bêhtirî 100 rojnameyên li Emerîkayê ev qismên Miss Furyê ji Bell Sydicate dikirin û diweşandin. Lê June Tarpê Mills di xêzên xwe de gelekî wêrek bû. Kostumên karaktereke wê ya di weşaneke sala 1947´an de welê wêrek bûn ku 37 rojnameyan wê rojê ev qismê Miss Fury neweşandin. 

Xêzkirina serşûştina Miss Fury ya 8´ê Hezîrana 1941´an di rojnameyan de hat weşandin, lê di weşana kitêba 1942´yan de ew hat sansurkirin. Çêkera Miss Furyê, June Tarpê Mills 12´ê Kanûna 1988´an li semta New Yorkê ya lê ji dayikbûyî yanî Brooklynê, wefat kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.