Piştî 3 rojan ji vegotina çand û wêjeya gelên li Sûriyeyê, çalakiyên Festîvala 2ˋyemîn a Wêjeyê ya bi diruşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" bi dawî bûn. Nivîskar û wêjevanên Sûriyeyê yên ku di Festîvala 2’yemîn a Wêjeyê de beşdar bûne, kêfxweşiya xwe bi sardana bajarê Reqayê anîn ziman û festival bi daweteke çandî wesif kir.
Di roja 3ˋyemîn û dawî ya festîvalê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê ya kantona Reqa, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, gelek helbestvan û nivîskarên ji Reqayê û kesên girîngiyê didin çandê, beşdar bûn.
Di roja 3ˋyemîn de bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û kurteçîrok hatin xwendin, dûre sînevîzyonek ku ji hêla komîteya nirxandina xwendin, nivîskar û nirxandina helbestvan hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin. Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî û got: "Em vê keda ku Desteya Çandê bi sernavê ‘Wêje bi pênûsên Sûriyeyê’ pêşkêş kiriye pîroz dikin. Di vê çalakiyê de peyameke aşkera heye pênûsên curbecur li Sûriyeyê hene."
Festîval nîşaneya yekbûnê bû
Di bin siya vê festîvalê de, hemû nivîskar û wêjevan, dûrî qeydên ku krîza Sûriyeyê ferz kirine, li bajarê Reqayê kom bûn. Ji wan nivîskaran, helbestvan Ruqeye El Necar a ji kantona Dêrazorê ku ji 14 salan ve helbestan dinivîsîne beşdar bû. Ruqeye El Necar destnîşan kir ku beşdariya wê di festîvalê de ji ber dirûşma wê ya ku nîşana yekbûnê dide bû. Ruqeye El Necar destnîşan kir ku bûyer nasnameya çandî ya hevbeş a gelê Sûriyeyê nîşan dide, nasname jî bi çandê ne bi belgeyan ve girêdayî ye. Ruqeye El Necar bang li her kesî kir ku şîretên pêşkêş bikin ku tecrûbeya xwe ya wêjeyê bi pêş bixe.
Nivîskar Rîhab Heyder a ji bajarê Tertûsê jî ku ev cara yekê ye serdana Reqayê dike, kêfxweşiya xwe ji ber beşdarbûna di festîvalê de anî ziman û destnîşan kir ku pevguherîna tecrûbeyên çandî di navbera wêjevanên bajarên Sûriyeyê de, girîng e.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helbestvan û nivîskarên astên yekemîn di her beşekê de wergirtine xelat kirin. Festîval bi stranên ji hêla koma Reqa ya folklora Erebî û Kurdî bi dawî bû.
ANHA/REQA