‘Wêjeya me xurt e lê nebûye gerdûnî’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 17:30

  • Doxtor Berzan Elî anî ziman ku rêbaza wêjeya Ewrûpa weke klasîk û romantîzim bûne cîhanî û got: “Gelek fîlozofên mîna Sarter, Hegel û Bomgartîn piştgirî dikirin. Her çend rêbaza Kurdî di warê rewange û rehendê ji bo xwendina wêjeya Kurdî guncav jî be, ji ber nebûna piştgiriyeke xurt a rewşenbîrî nekarî sînorên xwe derbas bike û bibe gerdûnî.”

Têkildar wêjeya Kurdî Mamostayê Zanîngeha Raperîn Doxtor Berzan Elî nirxandinan kir. Doxtor Berzan Elî bal kişand ser wêjeya Kurdî û got: “Her çend wêjeya Kurdî xwedî ciheke gîrîng û bi hêz be jî, ji ber çend sedemên derve, ne bûye cîhanî. Rexneya wêjeyî ya Kurdî, mîna rexneyên li cîhanê di krîzê de ye, bi giranî ji ber nebûna bingehek rewşenbîrî û felsefî ya navxweyî.”

Doxtor Berzan Elî anî ziman ku wêjeya Kurdî ji dema berê ve li ser bingehê diyaletkîta cuda (weke Goran û Kurmanc) hatiye avakirin. Ev yek jî taybetmendiyeke xas li xwe digire. Wêjeya Kurdî yek jî wêjeya herî xurt a Rojhiata Navîne. Lê bi qasî wêjeya Farisî yan Fransî xizmet ji bo wê nehatiye kirin.

‘Kurdî ne ku lewaz bû, nebû cîhanî’

Li ser sedemên ku wêjeya Kurdî nebû cîhanî Doxtor Berzan Elî ev got: “Sedem ne lewaziya Kurdî bû, belkî têkilî bi sedemê derve heye. Nebûna piştevaniyeke bi hêz ya sîyasî wisa kiriye ku Şaêreke weke Nalî nebe cîhanî. Hêza zimanê Ingilîzî wisa kiriye ku Shaksper bibe cîhanî.”

Doxtor Berzan Elî têkildarî rexneya wêjeya Kurdî jî axivî û got: “Mirov dikare bi du rêbazan vê bigire dest. Yek rexneya akademî û ya din jî ya ne fermî (nivîskî). Di roja me ya îro de rexne li cîhanê di nava krîzê de ye. Kurdî jî para xwe ji vê girtiye.”

‘Heta niha me metodeke rexneyê nîne’

Mamostayê Zanîngeha Raperîn Doxtor Berzan Elî da xuyakirin ku pirsa esasî ya rexneya akademî ya Kurdî ewe ku ‘neçare pişt dide metodên rexneyî yên rojava ji bo nivîsa Kurdî’û got: “Heta niha em nebûne xwedî metodeke ya rexneyî. Sedemê vê jî girêdayî nebûna bingeheke xurt a rewşenbîrî û felsefî ya li pişt ziman û wêjeya Kurdî.”

 Piştgiriyeke xurt a rewşenbîrî nîne!

Doxtor Berzan Elî anî ziman ku rêbaza wêjeya Ewrûpa weke klasîk û romantîzim bûne cîhanî û got: “Gelek fîlozofên mîna Sarter, Hegel û Bomgartîn piştgirî dikirin. Her çend rêbaza Kurdî di warê rewange û rehendê ji bo xwendina wêjeya Kurdî guncav jî be, ji ber nebûna piştgiriyeke xurt a rewşenbîrî nekarî sînorên xwe derbas bike û bibe gerdûnî.”

Berzan Elî bal kişand ser asta xwendevanên cidî û ne cidî yên Kurdî û got: “Xwendekarên cidî tim nivîsên Kurdî dixwînin û nakevin bin bandoriya leza serdema dijîtal. Xwendevanên asayî jî ketine jêr bandora leza jiyan û teknolojiyê û dev ji nivîsên dirêj berdane. Xwendin nebûye parçeyek ji jiyana wan.” ROJNEWS/RANYA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.