Girtiyê anjiyo bûye nayê tehliyekirin
În 14 Mijdar 2025 - 03:15

Mehmet Edîp Taşar ku li Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin 18 caran anjiyo bûye û 8 stent jî xistine dilê wî. Kurê wî Agît Taşar bang kir ku bavê wî tavilê bê berdan.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji wan 161 jê jin û hezar û 251 jî mêr in. Di raporê de hat destnîşankirin ku 335 girtiyên nexweşên giran hene, ji van 230 kes bi tena serê xwe nikarin bijîn, 105 kes hewcedarî piştgiriyê ne û divê 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe bi berdewamî bên kontrolkirin.
Mehmet Edîp Taşar (68) ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê (Sîlîvrî) de tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de ye, gelek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Mehmet Edîp Taşar ê ku nexweşiya kêmasiya dil pê re heye, 18 caran anjiyo bûye. Her wiha ji ber nexweşiya dil 8 stent li ser dilê wî hatine bicîkirin û kêmasiya avêtina dil jî pê re heye.
Kurê Mehmet Edîp Taşar, Agît Taşar, daxwaz kir ku bavê wî tavilê bê berdan.
Agît Taşar, qala rewşa bavê xwe kir û diyar kir ku ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne û got: "Bavê min di girtîgehê de bi alîkariya hevalên din jiyana xwe didomîne. Nexweşiya dil pê re heye û raporên wê jî hene. Niha di rewşeke wisa de ye ku hewcedarî lênêrînê ye û hewl dide jiyana xwe li girtîgehê bidomîne. Rewşa wî qet ne baş e."
Agît Taşar, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Wekî kurê girtiyekî nexweşê giran; divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan."
MA / STENBOL / OMER ÎBRAHÎMOGLU














