Di roja 3'yemîn a Dîdargeha 7'emîn a Wêjeyî ya Tebqayê de ya bi dirûşma "Wêje dîrok û jiyan e" 40 wêjevan hatin xelatkirin.
Di dîdargehê de nûnerên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dehan wêjevan, endamên Navendên Çand û Hunerê û nûnerên Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê beşdar bûn.
Li keleha Caber rûniştineke êvarê hat lidarxistin. Tê de li ser girîngiya wêjeyê û girêdana wê bi dîrokê ve, her wiha li ser rêbazên pratîkkirina wêjeyê nîqaş û diyalog hatin kirin.
Di dawiya rûniştinê de 40 wêjevanên ji seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê hatin xelatkirin.
ANHA/TEBQA