Misêwa li gorî xwe kirasekî li Kurdî difesilînin

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:35

  • ÎSMEK’a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHP’a Îsmet Înonuyê ku di rapora xwe ya der barê Kurdan de Kurdî wekî zimanekî “nenasbar” tomar kiribû, çendek berê, careke din kursên Kurdî dabûn destpêkirin. 

ÎSMEK’a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHP’a Îsmet Înonuyê ku di rapora xwe ya der barê Kurdan de Kurdî wekî zimanekî “nenasbar” tomar kiribû, çendek berê, careke din kursên Kurdî dabûn destpêkirin. Niha jî AKP’ê di heyamekê de ku bêhna hilbijartinê jê difûre, wekî  ku bibêje, “ez vê qadê bi dest CHP’ê ve bernadim” zend û bend badan. Û di ser DÎSMEK’a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya desteserkirî re ji bo xemilandina vîtrina xwe, kursên ji bo Kurdî dan destpêkirin. 

Lê AKP’a ku nexasim, van çend salên dawî veguheriye gurê devbixwîn û diranên xwe li Kurdan qîç kirine, û bi desteserkirina rêveberiyên xwecihî yên Kurdan, ti tişt nemaye neaniye serê ziman û çanda Kurdî û sazî û dezgehên Kurdî tamûl nake û wekî zimanekî “nenasbar” bêqîmet dike, di wan forman de ku ji bo kursiyeran amade kirine, vê carê Kurdî ne wekî zimanekî “nenasbar”, wekî “Zimanê Biyanî” bi nav kiriye.

Ji ber ku em bi dek û dolabên vê dewletê û iqtîdara wê AKP’ê dizanin, divê bin vê têgihê baş bê xeritandin. Ji lew re, têgiha “zimanê biyanî” têgiheke nezelal e.

Gava tu bi awayekî sûkî lê binihêrî, wateya wê ew e ku ev ziman “ne zimanekî nenasbar e” û warekî wê heye. Lê gava em emelê vê dewletê û iqtîdara wê AKP-MHP’ê berçav bikin, ne pêkan e ku di vî warî de ev esasê wan be. Ji lew re, ne pirr dûr, beriya bi çendekê, li Bedlîsê sûreyeke Qur’anê ku Kurdî jî di nav de bi pênc zimanan hatibû nivîsandin û li dîwarê mizgeftekê hatibû daliqandin, ya bi Kurdî tamûl nekiribûn û ji nav derxistibûn. Li Sêrtê dikandarê ku gotibû, “ev der Kurdistan e” û akademîsyenê Zanîngeha Firatê yê ku gotibû “Bijî Kurdistan” di cih da hatibûn destgîrkirin…

Lê gava mirov bi awayekî berfireh li ser têgiha “zimanê biyanî” bisekine, dê bibîne ku vê carê kiras û pênaseyeke ji “nenasbariyê” wêdetir li Kurdî hatiye kirin. 

Ji lew re, bi kurtasî, gava tu li rastiyê binihêrî, du zimanên sereke yên berbiçav ên Tirkiyeyê hene; Tirkî û Kurdî. Kurdî zimanê zikmakî û zimanê yekemîn ê Kurdan e û halê hazir Tirkî jî zimanê duyemîn e. Zimanê duyemîn bi awayekî nekontrolkirî yan jî kontrolkirî tê hokirin û ev piştî wextekê ji qalibê zimanê biyanî xelas dibe. Ev her du ziman jî ji bo peywendîdanînê tên bikaranîn û ewilî li malê tên hokirin. Lê zimanê biyanî, bi rêya dersan tê hokirin û ne zimanê jiyana rojane ye.

Îcar, tişta ku AKP bi destê DÎSMEK’ê dike ew e ku bi awayekî sergirtî ji Kurdan re Kurdên ku jixwe ji makzayî ve zimanê xwe ho dibin, dibêje, “lê binêr zimanê we ne zimanekî welê ye ku mirov pê jiyana xwe bidomîne, lê dîsa jî ez radibim fêrî we dikim.”
***
Axirê, sed sal in vê dewletê û hikûmetên wê yên ku heta çav berdane çend herfên Kurdî yên li ser kêlikên goran jî, li ser hev du kiras û pênaseyan li zimanê Kurdî dikin. Lê dikin nakin, nikarin kirasekî û pênaseyekê bifesilînin û bidin qebûlkirin. Ji lew re kiras û pênaseyên ku difesilînin bes ji bo mifha wan in û ji zolikan pêk tên. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.