Mirovan di bin avê de jî ji zindiyan re heyat nehiştine

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 07:38

Li gor lêkolînên ku hatine kirin torên masiyan yên bin avê, nexasim jî yên bin behran bûne bela serê zindiyên bin avê û jiyana wan bi her awayî dixin talûkeyê. Li gor agahiyan torên masiyan yên ku di bin avê de hatine jibîrkirin dikarin li derûdora dinyayê 18 caran bên gerandin ewqasî ku zêde ne!

Li gor nûçeya Science Alert her sal bi milyaran şewk û torên masiyan di bin avê de dimînin. Ev torên ku di bin avê de dimînin weke “torên xeyalet” tên binavkirin. Ev “torên xeyalet” di  bin avê de bi kîlometreyan dirêj dibin û gelek zindiyên li van toran diheliqin, dimirin. Her wiha ev torên xeyalet bi hebûna xwe bin avê jî qirêj dikin.

Di nav zindiyên bin avê yên ku li van toran diheliqin û dimirin de hin masiyên ku kêm tên dîtin jî diheliqin û bi vî awayî tovên wan diqele! Weke mînak semasî li gor berê pirr kêm mane û hejmara wan her ku diçe kêmtir dibe ji ber van torên xeyalî.

Di nav tîma ku vê xebatê pêk anî de ji Zanîngeha Tazmanya Kelesy Richardson jî hebû û wî got ku ji bo lêkolînên xwe yên di vî warî de wan bi masîgiran re hevdîtin pêk anîne. Di çarçoveya vê xebatê de ji 7 welatan bi 450 masîgiran re axivîne û li gor malzemeyên ku ew bikaranîne û di bin avê de hiştine rapora xwe nivîsandine. n

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.