Mirad Mîrza bi heybet veşartin

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 02:35

Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku 8’ê Tîrmehê dema ji Til-Qesebê vedigeriya Şengalê, li gel du hevalên xwe yên ragihandinê bûbû hedefa balafira dewleta Tirk a dagirker û li gel du hevalên xwe yên kar û 3 welatiyan bi giranî birîndar bûbû. Ji ber birîna wî giranbû heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Pêr bi şev li nexweşxanayê şehîd bû. Piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê şehîd derbasê Şengalê hate kirin. Li ser daxwaza malbatê li goristana Girê Gewr ku ayîdê Qîraniyane li Sikêniyê ji aliyê hevalên xwe yên kar, hempîşe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xizmên xwe ve bi awayeke girseyî spartin axê.

Di dema merasîma spartina axê de hêrs û xemgînî serwer bû.

Hevalên wî yê kar, kamerayên xwe danîn ser gora wî û peyamên bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hate dayîn.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.