Miracaetî baroyê bikin

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:27

  • Li dibistanên dewleta Tirk, sala 2022-2023’yan, pêvajoya tercîhkirina dersên bijartî di 3’yê Çile de dest pê kir.

ŞEHRÎBAN ASLAN  / JINNEWS/AMED

Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrîkîlî, li dijî astengiya ku rêveberiyên dibistanan li pêş dersên bijarte yên Kurdî derxistine yan jî wê derbixin, bang li malbatan kir da ku "miracaetî baroyan bikin".

Li dibistanên dewleta Tirk, sala 2022-2023’yan, pêvajoya tercîhkirina dersên bijartî di 3’yê Çile de dest pê kir. Di dersan de ji şêwezarên Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) jî hene û xwendekar di tercihkirina van dersan de divê heta 21’ê Çile (yanî îro) miracaetî midûriyetên dibistanan bikin. Tevî ku tercîhkirina dersên Kurdî mafekî qanûniye jî, hat dîtin ku hinek îdareyên dibistanên navend û navçeyan, beyî malbatan agahdar bikin, dersên Kurdî ji forman derxistine. Ji ber vê jî agahiya malbatan ji hebûna dersên Kurdî çênebûye.
 
‘Zimanê dayikê maf û krîter e’

Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrîkîlî jî bal bire ser girîngiya ziman û derbarê astengiyên li pêş dersa bijarte ya Kurdî de got: “Mirov bi zimanekî tên dinê û ev ziman kesî temam dike. Di peymanên navneteweyî û destûra bingehîn de axaftina zimanê dayikê maf e. Li gorî min di warê xwe îfadekirinê de ziman krîtera sereke ye.”

Elîf Bîrîrîliyê wiha behsa çerxa dersa bjarte kir: “Di 6 salan de tenê 61 mamoste hatine tayînkirin. Mînak li gorî rêziknameyên dibistanan, 10 kes dersê hilbijêrin, sinif dikare bê vekirin. Lê hejmara mamosteyan têrî nake. Ev bi awayekî cidî bandorê li ser xwendekaran dike.”
 
‘Divê malbat hilbijêrin’

Elîf Bîrîrîliyê di dawiyê de got, “Di pêvajoya niha de rêveberên dibistanan yan forman kêm didin malbatan, yan jî li gorî înîsiyatîfa xwe dersan hildibijêrin. Em ji malbatan vê dixwazin; Heger pirsgirêk çêbin, bila miracaetî baroyan bikin. Em pêvajoya hiqûqî dişopînin. Em ê têkoşîna xwe bi hev re bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.