‘Min welat bi xwe re anî’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:00

  • Hin caran kesên derûdorê rexne dikin û dibêjin Luqman şêwekarê babetan e. Dema bûyer diqewimin portereyan çêdike û parve dike. Lê ez wisa nafikirim. Pêwîstiya xelkê me bi me heye. Mixabin gelek nivîskar û hunermendê me hene dema hinek tên naskirin xwe ji miletê xwe dûr dixînin û xwe di ser van babetan re dibînin.

ARDÎN DÎREN

Şêwekar Luqman Ehmed (Lukman Ahmed) her çiqasî ji Kurdistanê bar kiribe Emerîkayê û ev çend sal in li wir bijî jî, bi gotina wî, wî “welat bi xwe re biriye Emerîkayê” û ji kelepora Kurdî ya salan sûd werdigire. Wî heta niha gelek tablo çêkirine û bi van tabloyên xwe bûye xemxurê çand û hunerê Kurdî. Luqman Ehmed herî dawî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, li Washingtonê, pêşangeha bi navê “Aliyê din ê meseleyê” vekir û di vê pêşangehê de 32 xebatên wî tên nîşandan. Em bi Luqman Ehmed re derheqê nihêrîna wî ya hunerî û pêşangeha wî ya dawî de peyivîn. 

Di huner de derbirînerî ji bo te tê çi maneyê?

Hunera derbirînerî ji bo min weke pencereyekê ye. Ez hestên xwe di vê pencereyê de tînim ber çavan. Ez vî hunerî bi kar tînim lê ji siyasî bêhtir, bi çavekî ciwanî lê dinihêrim. Ez tiştên ku bi me û xelkê me ve girêdayî ne, ronî dikim. Wekî din ez dixwazim tiştên veşartî ango ew xezîneya veşartî, yanî çand û hunerê Kurdî jî ronî bikim. Ji ber wilo, ez Kurdan reben û pepûk nîşan nadim, ez dixwazim çîrokê hinekî bi trajediyê ve girêbidim. Jinên ku xêz dikim, portreyên xwe bi destan û kelepora Kurdan ve girêdidim. Tevî ku şikestî û têk çûne jî ew serfiraz in. Ez dixwazim bibêjim, di bin planeke siyasî de ev tişt bi serê wan de hatiye. Em weke hunermend nikarin li dijî vê planê kar bikin, ya girîng ew e ku em Kurdan bi çanda wan û nasnameyeke baş nîşan bidin. Ez bi tembûr, def, bilûr û amûrên muzîkê, bi cilûbergên Kurdî, bi kuştin, evîndarî û têkçûnê dixwazim jiyana normal a Kurdan vebêjim da ku xelk Kurdan zelaltir nasbikin. 

Te bi xewn û xeyal û her wiha berhemên xwe welatek ava kiriye ji xwe re. Ma dûrbûna ji welatekî dikare di dilê hunermendekî de sînoran ava bike? 

Peywendî gelek caran li mirov bandorê dikin. Lê di alî berhemdayîn û afirandinê de cografya bi roleke mezin ranabe. Ji ber ku mirov bi xeyalan dikare sînoran bibirre. Ez ji bo xwe bibêjim, dema ez li Kurdistanê bûm, ez gelekî geriyam û min keleporeke baş civand li cem xwe. Min civaka Kurd ji nêz ve nas kir. Ji ber wilo, dikarim bibêjim, xezîneyeke min a baş heye. Ez ji vê çavkaniyê sûdê digirim û gelek caran pêwîst nake ku herim welat bibînim. Min welat bi xwe re anî, tişta ji min re lazim bû, min li gel xwe anî vir. Ez li muzîk û destanên Kurdî guhdarî dikim. Dîsa gelek wêne û vîdeo jî hene û ew alîkariya min dikin. Lê helbet em her çiqas bibêjin jî cografya jî roleke xwe ya berbiçav heye. Lê ya girîng ew e ku hestên te û xezîneya te ya Kurdewarî hebe. Wextê tu zanibî Kurd kî ne û kultura wan çi ye, pêwîst nake tu li ser xaka Kurdistanê yan jî li derveyî wê bî.
 
Di gelek wêneyên te de fîgûrên hespan dikevin ber çavên min, ev hespên di wêneyên te de çi îfade dikin?

Bi rastî ez di nav hespan de nemame. Min hesp zêde nedîtine. Emerîkî jî carê vê pirsê ji min dikin. Min li gelek stranên bavê xwe guhdarî kiriye. Vê dawiyê jî min li stranên klasîk yên Kurdî guhdarî kir. Hesp û siwar beşeke sereke ne di kelepora Kurdî de. Mala dengbêjên Kurd ava be, dema stranan dibêjin, pesn ango wesfê hespan didan. Vê yekê hişt ku xeyaleke baş li cem min çêbe. Ji bo wilo ez gelek caran hesp bi kar tînim. Ji ber erdnîgariyê jî diyar e gelek salên dirêj peywendiya Kurdan bi hespan re heye. Ji xeynî van tiştan, hesp heywanekî ciwan e û weke hunermendekî bi laşê xwe yê xweşik pirr bala min dikişîne. Her wiha ew bi hêza xwe jî derdikeve pêş û heywanekî tembel nîne. Di gelek çandan de sembola, azadî, hêz û serfiraziyê ye. Siwar û hesp li cem min pirr girîng e û ez bi çanda Kurdan ve girêdidim.  

 

 

Tu bêhtir bi rengên zindî serboriyên Kurdan vedibêjî. Tu têkiliya rengan û rêûresmên Kurdî çawa dibînî û dinirxînî?

Ez bawer dikim ev hêla min jî ji civata Kurdan tê. Hûn dizanin civata Kurdan gelek rengîn e. Cilûbergên beramberî cîranên me gelekî rengîntir in. Berê di malan de loda nîvînan hebûn, nivînên me jî gelek rengîn bûn. Dîsa merş û cilkên nav malê jî wisa bûn. Dayikên me jî bi cilûbergên xwe tim xemilandî bûn, bi wan cilên gulgulî. Kesekî wek min ev reng hemû di çavên xwe de, di xezîne û mêjûyê xwe yê veşartî de hiltîne. Bi awayekî xwezayî min ev reng girtine û dema dixebitim, ev reng derdikevin holê. Her yek maneyeke wê tine belkî lê bi aweyekî derdikeve. Ev yek ji kelepora me ya Zerdeştî, Êzdîtî û Elewîtî ya bi salan hatiye. Heger em bala xwe bidinê, reng di van olên Kurdan de bi roleke mezin radibin. Reng li gel Manî, Mîtra, Yarsan û Kakayî jî bi roleke girîng radibin. Rengê şîn dihat maneya aramî û payebilindbûnê. Rengê spî, ji bo pakbûnê bû. Ev reng li gorî felsefeya olî hatibûn bimanekirin. Lê bi demê re ev reng ketin nav kultura Kurdan jî. Em bala xwe bidinê, dayikên me di Newrozan de gelek cilên ciwan li xwe dikin ku harmoniyek di wan de heye. Belkî ew hay jê nînin, lê ji ber ku ez di nav karê şêwekariyê de me, ez dizanim rengên zindî yên germ çawa bînim gel hev. Ji ber vî hawî, di tabloyên min de reng diyar dibin. Ev yek giş ji nifşekî digihîje nifşekî din û ji ciyekî derdikeve. 

Di pêşangeha xwe ya dawî de, te çima berê xwe daye “Aliyê din ê meseleyê” (The Other Side of the Coin)? 

Di vê pêşangeha min de 32 tablo hene. Hin ji wan piçûk û hin ji wan mezin in. Ez weke hunermendekî ji Rojhilata Navîn ê Kurd ji nav şer û ji nav nakokiyên siyasî û olî hatime. Miletê min miletekî winda yê bê nasname ye. Min xwest ez wî aliyê xwe yê veşartî yê nenaskirî ji xelkê Emerîkî re diyar bikim. Bi reng û sembolên Kurdî ez dixwazim rewşa miletê me diyar bikim. Ez li ser pirsa şer disekinim. Şer çawa dikare rûyê welatan biguherîne. Xelk çawa dibin penaber û demografî çawa tê guhertin. Bi awayekî sembolîk bi rêya jinên qehreman yên Kurd yên ku çanda me parastine, dixwazim hin tiştan nîşan bidim. Bi saya dayikên me, çîrokên me li ser piyan man û wan ev çîrok dan destê zarokên xwe. Çanda hatibû çewisandin û qedexekirin bi saya van jinan hat parastin. Ez dixwazim vê pirsê bi xelkê re çêkim, gelo çi li pişt van tabloyan heye? Ev hesp, gulberoj û reng çi dibêjin? Teknîk û babetên min li hev dikin, ji xwe divê mirov karibe bi rengekî exlaqî û wijdanî nêzî vê mijarê bibe. Her wiha weke şêwekarekî ne bi rêyên dîrekt lê bi rê û rêbazên hunerî vê yekê dikim.

Ji xeynî bernameyên “Heftreng” û “Deng û Reng”, heya niha te gelek portreyên Kurd jî çêkirine. Çavkaniya te ya afirîneriyê çi ye? 

Ez hunermendekî Kurd im û min soz bi xelkê xwe re daye ku wan tenê nahêlim. Ez di çi rewşê de bim jî dev ji vî miletî bernadim. Ev ne dilxweşiyek e, bila were zanîn, ev bawerî ye û bi salan çêbûye. Bi xêra gelek camêrên ku min ew nas kirine û ev qurbaniyên ku Kurdan di şer de dane. Ez her tim li ber çanda Kurdî ya dewlemend matmayî dimînim. Ji lewma ez deyndarê xelkê xwe me. Çi serketinên min hebin ango ez pê navdar bibim jî ez dibêjim, para miletê Kurd di xebatên min de heye. Di van salên dawiyê de, nexasim jî di dema koronayê de min bala xwe da ser hunerê dijîtal. Keda gelek kesayetên Kurd ku ji bo me xebitîne, hatiye windakirin. Kurd wan nas nakin, nifşên nû jî yên berê jî nas nakin. Helbet hunerê dijîtal ne weke yê fizîkî ye lê serbixwe ye. Ez her carê kesayeteke Kurd çêdikim, ev rewşenbîr, zimanzan, muzîkjen û ronakbîrên me ne. Ji ber neyarên me her tim kirin ku em bi çavekî kêm li Kurdan binihêrin. Divê em çavê miletê xwe vekin. Hin caran kesên derûdorê rexne dikin û dibêjin, Luqman şêwekarê babetan e. Dema bûyer diqewimin, portereyan çêdike û parve dike. Lê ez wisa nafikirim. Pêwîstiya xelkê me bi me heye. Mixabin gelek nivîskar û hunermendê me hene dema hinekî tên naskirin, xwe ji miletê xwe dûr dixînin û xwe di ser van babetan re dibînin.

Heger li Enqere ciwanek ji ber zimanê xwe were kuştin, heger li Sinê mamosteyek ji ber ku bi zimanê Kurdî perwerde dide, were girtin, divê em weke hunermendên Kurd li pişt wan bin û nîşan bidin ku ew ne bi tenê ne. Ez li Emerîkayê xema vê yekê dixwum û bi dil û can piştgirî didim wan. Ez bi vê erkê radibim û di dîrokê de jî rola hunermendan ya bi vî awayî heye.

 

 

Ji bo çi tembûra Kurdî winda bûye? 

Niha dem dema çandê ye, em dikarin bi vî awayî xwe ji bin baskê siyaseteke teng xelas bikin. Mixabin partiyên siyasî roleke baş nalîzîn û nikarin neteweyekê ava bikin. Bi eşîrtî, olî û partîyan hin tişt naçin serî, divê em xwe ji îdeoljiyên teng rizgar bikin. Divê em çanda xwe bidin naskirin. Weke mînak, çima îro kes bi zimanê Kurdî napeyive? Ji bo çi tembûra Kurdî winda bûye û em bi şêwaza miletên din muzîkê çêdikin? Çima em cilûbergên Kurdî nedin naskirin. Çima em Ehmedê Xanî û Pîremêrd nedin naskirin li dinyayê û pê serfiraz bibin. Dema em bi vî awayî li van meseleyan binihêrin em ê nihêrîneke cuda û taybet ava bikin. Çi nûjen û çi jî bi aweyekî din, divê erka me ew be ku em çanda xelkê xwe bidin naskirin. Ev ji bo hunermendên Kurd ne kêmasî ye, bila were zanîn.

 

Di nava şer de rengên aramiyê 

Luqman Ehmed ji bo tabloya xwe ya bi navê “Dansa li meydana şer” a di pêşangehê de dibêje, “Di tabloyên xwe yên dawî de min bêhtir ronî da ser şer. Di sala 2019’an de jî min pêşangehek çêkiribû navê wê jî “Îkonên Şer” bû. Ev pêşangeh jî piştî şerê Sûriye hat. Ji ber ku ez Kurdê Rojava me, ez dizanim ku Sûriye wêran bû. Min bi çavên xwe dît ka çi bi serê vî welatî de hat. Şer an jî ceng pirseke mezin li cem min çêkir. Şer çawa jiyanê duqulibîne, şer çi ye û felsefeya wê çi ye. Çawa karîgeriyê li jiyanê dike û çi li paş xwe dihêle. Vê fikrê kir ku konsept girîng çêbe ji bo hunerê min. Jixwe, em Kurd bûne qurbaniyên cengan. Di navbera Osmanî û Safewiyan de, di şerê cîhanê yê yekem û yê duyem de jî em tim bûne qurban. Ji ber vê yekê em bê welat mane. Em heya niha jî bi vê êşê mezin dibin û ev yek pirseke mezin bû ji bo min. Huner ne tenê ji bo xweşikbûnê ye, huner di vê pirsan jî çêke. Bi van sedeman min berê xwe da vê babetê. Bi vê tabloyê jî ez dixwazim ciwaniya huner û çandê derxim derve. Dixwazim wan nihêrînên dûrî cengê yanî yên ku ne li ser cengê ne jî nîşan bidim. Li paş vê jinikê jî heger hûn bala xwe bidinê, mirovên tazî yên hevdû dikujin hene. Di hemû kitêbên pîroz de tê gotin, mirov pîroz e, lê mirov dibîne ku ne pîroz e û ew xerab e. Ji roja insan hatine dinyayê heta îro hevdû dikujin. Ne ji bo tiştekî din, tenê ji bo deshilatiya xwe xurt bikin vê yekê dikin û welatan dagir dikin. Haya vê jinê ji cengê tine ye, ew nîşana çand, huner û muzîkê ye. Wek Kurdekî ango wek hunermendekî min cilên Kurdî lê kirine û amûrên muzîka Kurdî daye destên wan. Ez dixwazim fikra xwe ya cengê di vir de diyar bikim. Di dîrokê de gelek hunermend xebatên mezin kirine li ser cengê lê belê min xwest ez jî weke hunermendekî Kurd mohra xwe li cengê bixim û di serê hin kesan de pirsan çêkim da ku ew kes bipirsin ev cilên xerîb ji kîjan çandê tên. Rast e em bûne qurbanî, lê em gelekî hez ji jiyanê û rengan dikin û dixwazin bi aramî bijîn. Ew jin sembola vê tiştê ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.