Belgeya doza JÎTEM’ê ya Kerboran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:26

Belgefilma "Dargeçît" ku li ser Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ye, dê di 43'yemîn Mihrîcana Filman a Stenbolê de têkeve pêşbirkê.

Belgefîlma bi navê "Dargeçît" ku derhêneriya wê Berke Baş e û hilberîneriya wê Enis Kostepen kiriye, ji bo pêşbirka 43’yemîn a Mihrîcana Filman a Stenbolê ya Belgefîlmên Neteweyî ku îsal ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê lidarxistin, hat hilbijartin. Belgefilm dê bibe yek ji 10 belgefİlmên xwecihî yên îsal dê beşdarî festîvalê bibin. Belgefilm di navbera salên 2018 û 2022'an de li ser mijara pêvajoya darazê ya Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ku di encama têkoşîna bi salan a xizmên 7 kesên li Kerboran hatin windakirin, parêzerê wan Erdal Kuzu û Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdîne hatibû vekirin, hatiye kişandin.

Belgefilma Dargeçît balê dikişîne ser 5 salên dawîn ên doza ku di sala 2015'an de dest pê kir, bi armanca ku di dozên binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di salên 1990'î de hatine kirin de dengê têkoşîna li dijî xetereya dema qedexeyê bilind bike.

Belgefîlm di çarçoveya mihrîcanê de wê 27’ê Nîsanê roja Şemiyê saet di 16.00’an de li Sînemaya Beyogluyê û 28’ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13.30’an de li Sînemaya Kadikoyê bê nîşandan.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.