Li Kirmanşan hunera ‘Patîna’ vedijînin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:50

Boyaxa kevn a bi navê Patîna, di cîhana dekorasyonê de weke cureyeke taybet a boyaxê tê zanîn. Ev rêbaza boyaxê çawa ku tişt bi demê re yanî bi awayekî xwezayî kevn bûbin nîşan dide. Avakara koma hunera Zîba û rêvebera wê Zîba Yunsî, bi hunera patîna panelên dekoratîf û çarçoveyên zêrîn çêdike.

Zîba Yunsî diyar kir ku gelek kes derbarê hunera patîna û zanista wê de ne xwedî zanyariyane û got: “Berhemên ku bi hunera patîna hatine çêkirin, mirovan her tim dibe beriya hezaran salan. Hunera patîna ji bo muzeyan, restorantan û cihên gelerî û da asta dîtbarî de giring e, mixabin ev huner hatiye terikandin û xwesertiya vê hunerê winda bûye. Bi derbasbûna salan re weke berê dihat bikaranîn, nayê karanîn.”

Dixwazin bibin nûnerê vê hunerê

Zîba Yunsî derbarê da zanîn ku ev huner weke berê nayê îcra kirin û ji ber ku ew bi vê hunerê re mijûl gelekî kêfxweş in. Zîba Yunsî destnîşan kir ku li bajarê Kirmanşan bi destê koma hunerê ev cara yekeme ku tiştekî wisa pêk tê û got; “Ez di wê hêviyê deme dostên me yên bi rêz derbarê vê hunera balkêş û xweşik de hê zêdetir tişt werin bihîstin û em bibin nunerên baş yê vê hunerê. Koma hunerê ya Zîba ev cara yekem e ev qas cudahî û xweşiktî ava kiriye, em di wê hêviyê dene berhemên me werin ecibandin.”

NÛJINHA/KIRMANŞAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.