Portreyên li ser firçe û biviran

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:23

Hunermend Alexandra Dillon ku li Los Angelesê dijî li ser firçeyên boyaxê yên kevn an jî avêtî portreyên jinan dineqişîne. Tenê ne li ser firçeyan her wiha ew li ser bivir, qifle û satoran jî resman çêdike. Ji bo ew van resmên xwe yên li ser firçeyan temam bike çend rojan dixebite. Portreyên ku çêdike bêhtir dişibin portreyên dema Misira kevnar û Romayê. Portreyên li ser firçeyan kesên wê serdemê tînin bîra xelkê.

Alexandra Dillon dide zanîn ku ew “ji hunerên hemû serdeman” îlhamê digire. Ew bi van portreyên xwe yên li ser firçe, bivir û satoran li dinyayê tê naskirin.

Alexandra Dillon li UCLA’yê dersên sînemayê wergirtiye. Lê wê ti carî dev ji çêkirina resman bernedaye û ji bo xwe pêş bixe heta Floransayê çûye. Niha li Venedîk û Kalîforniyayê dijî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.