Bi armanca bibîranîna şehîdên kîmyabarana Helebce, Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) li navenda bajarê Kerkûkê di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de pêşangeheke wêneyan vekir û tê payîn sê rojan bidome.
Li Bazara Time Center Mall li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê li navenda bajarê Kerkûkê ji bo bibîranîna şehîdan di pêşangehê de 100 tablo hatin nîşandan.
Pêşangeh di van sê rojan de wê di saet 10:00’ê heta 00:00’ê vekirî be. Di hemû tabloyên wêneyan de qurbanî û jenosîda Kurdan hatiye nîşandan.
ROJNEWS/KERKÛK