Pêşangeha komkujiya Helebce bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Adar 2024 - 00:30

Li Kerkûkê salvegera Komkujiya Helebceyê YA 33’an Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya “Jin mexdûrên şer ên yekem in” pêşangehke wêneyan lidar xist. Wêneyên ku di pêşangehê de hatibûn nîşandan, ew wêne bûn ku komkujiyên li ser gelê Kurd nîşan didin.

Pêşangeh bi pêşengiya RJAK’ê û bi hevkariya hunermend Mehdî Şefîq hat lidarxistin. Mehdî Şefîq xwedî 150 hezar wêneyî ye û di pêşangehê de 120 wêne hatin pêşandan ku wêneyên Helebceyê û Reva Mezin bûn.

Pêşangehê sê rojan berdewam kir. Di nav van sê rojan de gelek rewşenbîr, çalakvan, hunermend û hemwelatiyan serdana pêşangehê kirin. Rojane bi sedan kesî serdana pêşangehê kir û bala çapemeniyê gelek kişand.

Hêjayî gotinê ye ku Reva Mezin (bi soranî Korew) ji wê koça bi komî re tê gotin ku gelê Başûrê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991’ê ber bi sînorên bakur û rojhilatê Kurdistanê kiriye.

ANF/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.