Li Hewraman merasîma ‘Hezar Def’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:11

Îsal jî di 4’ê Nîsanê (îro) de wekî hemû salên buhirî li gundê Degagayê yê navçeya Palinganê ya Rojhilatê Kurdistanê wê merasîma Hezar Def bê lidarxistin.

Merasîma Hezar Def yek ji wan merasîmên herî kevn ên Hewramanê ye û bi taybetî li gundê Degagayê yê navçeya Palinganê bi salan e berdewam dike. Ev merasîm her sal bi awayekî bi heybet tê lidarxistin.

Yek ji organîzatorên merasîma li gundê Degagayê bi rêya vîdyoyeyekê peyamek belav kir û bang li gelê herêmê û gelê Kurd û gelên Îranê kir ku beşdarî vê merasîma bi heybet bibin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.