88 hezar berhem bêyî pere!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:18

Muzeya bi navê “The Getty” ku navenda wê li Los Angelesê ye hewl dide berhemên hunerî û çandî biparêze û bi awayekî bê pere nîşanî xelkê bide. The Getty ragihand ku wan ji koleksiyona xwe 88 hezar berhem bi awayekî online ji xekê re vekiriye û xelk dikare bi qelîteyeke baş van berheman bibîne bêyî ku pereyekî bide.

The Getty di derheqê berhemên ku weke berhemên qamûyî parve kiriye de got; “Kesên serdana malperê dikin dikarin hemû berhemên bi qelîte bêyî destûreke fermî daxînin, li ser bilîzin û ji nûve bisêwirînin.”

Ji ber ku berhem gelek zêde ne muze ji bo ziyaretvanan platforeme lêgerînekê jî ava kiriye û xelk bi rehetî dikare li navê hunermendan bigere û bi vî awayî xwe bigihîne tabloyên wan. Muzeya The Getty da zanîn ku ew ê di vî warî de xebatên berfirehtir pêk bînin û bi çavkaniyên nû dîsa derkevin pêşberî xelkê û berhemên hunerî bi xelkê re parve bikin.

Wêne; Vîncent Van Gogh “Irises” 1889.

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.