Îro kameraman sibê nanpêj im

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:42

  • Şehîd Halîl Dag; “Aliyê herî xweş ê çiyayan ev e. Tişta ku li vir tê kirin a her kesî ye. Heta ku li ser gelê Kurd şûrê înkar û îmhayê kil bibe, li dest min çek ez ê li çiyayan bijîm. Îro kameraman im, sibe wênegir im, roja dî ez ê li firnê nanpêj bim. Hewceyî hebe ez ê bi rojan di rê de bimeşim.”

Nirxandinên sînamegerê nemir Şehîd Xelîl Dag ên li ser xebatên sînemayê, aliyê wê yê kolektîf û encamên wê çibûn? Beşek ji rojnivîska Xelîl Dag bi vê meseleyê dadikeve. Me ev beş wergerand Kurmancî û va ye em bi we re jî parve dikin.

Tenê bi me sînordar nema

Xebatên me yên sînamayê ku bi Tîrêjê dest pê kirî û heta bi Bêrîtanê dom kirî tenê bi me re sînordar nema. Bû ya hemû gerîlayên ku li çiyayan dijîn. Hêla herî xweş a çiyayan ev e. Tişta ku li vir tê kirin a her kesî ye. Ji çalakiyeke leşkerî bigirin heta bi xebateke ji rêzê çi tişta ku tê kirin dibe ya her kesî. Hemû gerîla weke ku wan kirine xwedî lê derdikevin. Li ser wê nirxandinan dikin, kêmasiyan rexne dikin.

Her xebata me ji qonaxeke wiha derbas bû. Tenê bi ekîba me re, ya ku xebata fîlm dikir, sînordar nema û li hemû çiyayan berbelav bû.  Hemû gerîlayên li çiyayan nîqaşa wê kir û ji gelek deverên dûr rexne hatin. Destpêkê şîroveyên hevalên ku li ser sînamayê ti agahiya wan nebû li zora min çû. Li vir ti gerîla sînama nekiribû lê hemû gerîlayan li ser xebata ku hatî kirin dixwestin gelek tiştan bibêjin. Destpêkê bi min wiha hat gelek tiştên ku hatin gotin şaş e. Piştî demekê min xeleka sereke zevt kir. Min behsa gerîla dikir. Lê hevalên min di xebatên min de xwe nedidîtin. Naxwe min nekarî ku gerîla vebêjim. Raza li pişt gotin, rexneyên wan ev bû. Naxwe hê jî min dilê wan zevt nekiribû.

Piştî wê bêhtir bi pûtepêdanî û baldar bûm. Min bi baldarî guh da gerîla û min hewl da ku xwe bigihînim a kûr. Li ser sînamayê agahiya teknîk bi kesî ji wan re nebû. Hinan jê ji mêj ve li fîlm jî nenerîbûn. Lê xebatên min weke ku xebata wan be dinirxandin, rexne dikirin û xwe hêrs dikirin. Pêşî van nêzîkatiyan bêhna min teng kir, piştre kêfa min ji van nêzîkatiyan re hat. Tiştekî pir xweş bû ku fîlma ku min çêkirî weke ku berhama wan be bibînin û dixwestin hê baştir be. Vê demê min pê derxist ku bi min re hin tiştin ketine ser hev...Wekî ji bo ku ez gerîla fêhm bikim ez bi rê ketibûm, naxwe dive heta dawiyê min li gerîla guhdar bikira û min dilê gerîla zevt bikira. Çi tişta ku min kirî min li ber gerîla danî. Êdî nirxandinên herî jirêzê jî min giringî didayê. Ya esas a di nav wê de wê rê nîşanî min bida. Huner di gotinên gerîla de veşartîbû, bi hemû tiştên xwe min ev hîs dikir.

Kêmasî û pirsên hunermend

Û wan rojan min kêmasiya herî mezin a hunermendê Kurd, a sînamagerê Kurd di rihê xwe de dît. Zevtkirina nakokiyên gel divê gava pêşî ya her hunermendî be. Bêyî ku ev were kirin ne nasnavên akademîk, ne jî perwerdehiyên têr û tije yên teknîk ti serkeftinê bi xwe nayînin. Gel çi dijî, nakokiyên wê yên sereke çi ne, hunermend divê pêşî van pirsan bike.

Ne tenê pirskirin û hîn bûn, divê ev nakokî werin jiyîn jî. Divê hunermend ne li paş û pêşiya gel be, divê tam li nav gerîla be. Divê gelê xwe ne weke objeyekê bibîne ku wê di qadeke hunera xwe de li ser bixebite, divê wê weke kirdeyê jiyana xwe bijî. Heke wê fîlmê şerekî bike, divê cîhana wan şeravnan par ve bike. Heke wê fîlmê gelê xwe bike weke bihara 2006'an divê li kuçeyên Amedê bi dewletê re şer bike. Heke wê fîlmê zarokan çêbike, divê gotina wê dayikê ya ku zaroka xwe ya bi destê polîsan hatî kuştin hêmbêz dike, bibihîse, bi çavê xwe bibîne.

Ne ji dûr lê ji nêzîk ve

Hunermend ne ku divê ji dûr ve lê temaşe bike, divê nav gelê xwe de bijî. Ê ku jiyana wî dûrî jiyana gel e, bi hîsên xwe penaber e, bi hîsên xwe li xwe xerîb bûbin bi mîsogerî wê dîsa sînamayê bikin lê ev ê nebe sînamaya gel e. Hunermend mirovên wiha ne ku dizanin bi gelê xwe re bikenin, pê re bigirîn, mil bi mil, kuçe bi kuçe pê re şer bikin û hewce bike pê re bimirin.

Heke em sînamagerê civakeke dî bûna belkî wê xebatên me yên sînamayê reheti bûna. Belkî me yê nîqaşa vê nekira. Lê me xwe di ber hunermendiya civakake wiha dikir ku şerê gerîlatiyê dike, heke em dibêjin em ê sînamaya wê bikin, divê em jiyana xwe li holê deynin û careke dî bi berfirehî bifikirin.

Heta ku em gihane ser fîlmê Bêrîtan bi dilekî rehet min li rexneyên bi sedan gerîla guhdarî kir. Ew zarokên vî gelî bûn. Heke ew dibêjin ev tê maneya ku ji bo gel dibêjin. Yên ku fikra xwe negotin, min pirs ji wan jî kir. Min xwest bibihîsim bê ka çi qasî nêzîkî vî gelî, zarokên vî gelî me. Beriya her xebata xwe ya fîlm demeke dirêj li nav yekîneyên gerîla mam. Min hewl dida bêhna xwêdana li ser rûyê wan bikim, bêrîkiria li ser lêva wan bixwînim, hezkirina li dilê wan zevt bikim.

Ev jî rêya min a sînamayê ye…

A rast çîrokên fîlman ji fîlmên min mezintir e. Vê stranê ji beriya min li deverekê dest pê kiriye. Min tenê piştî deverekê des bi guhdarkirina wê kir, bi derengî bi fêhtî min dest bi standina wê kir. Ji ber ku rasterast ez bûme şahidê çîrokên xwe ev pirsgirêkeke mezin e. Heke min li çîrokên xwe guhdarî bikira, ji deverinan bixwenda belkî wê wiha hêsantir bûya. Destpêkê her çendî bi min wiha hatibe ji bo ku ez wan jiyame, rasterast bûme şahidê wan êş, xemgînî û hîsan ev ê ji min re bibe avantajek jî, di nav xebatan de min pê derxist ku ev dibe pirsgirêkek girantir.

Kêmasiya ku mirov nikare çîrokan têra xwe baş bixebitîne, kêmasiya zanîn û tecrûbeya min a li ser vê mijarê bû sedem ku demeke dirêj bi rehetî tevnegerim. Lê her demê min bawer dikir ku divê ji deverekê dest pê bikim. Teqez divê min ji deverekê dest pê pê bikira, da ku ez heq jê derketama. Çîrokê beriya min dest pê kiribû li vê cografyayê. Ez ji deverekê tevlî vê çîrokê dibim. Digihim vê rastiyê..Raza sînamaya Kurd ne rastî, çîvanok e.

Xwe bigihînin kûrahiya muzîka Kurdî

Rastiyek e ku ti çîroka ku ez ne aidî wê me, xwe di nav de nabînim, giyanê min ne di nav de ye naxebitînim. Tîrêj ji beriya min li van çiyayan jiya. Doktorek bû û bi wesfê fermandarê gerîla li van çiyayan meşiya. Li şiverêyeke van çiyayan carekê li rasta wî hatim. Ji wê rasthatinê tenê bejna dirêj û çavên Tîrêj di bîra min de man…Piştî bi salan wê şeva ku birîndar bûyî, ji cîhaza bêtêlê li ber hînîkahiya wê şevê ya bêhepa, li nav newaya çar hezar salî min li gotinên wî yên dawî guhdarî kir. Tîrê, ji kozika xwe ya ku lê birîndar bû, dema ku bi hemû bi dilnizmiya xwe slav dayî hemû hevrêyên xwe, dema ku digot serê gelê Kurd sax be, min nekarî ku bi hêstirên çavê xwe bigirim. Û ev gotinên dawî yên Tîrêj ên ku di kozika xwe de kirî, ji cihê herî kûr ê dilê min, li min xist.

Bi min, sînamagerên Kurd tenê bi çêkirina fîlmên Kurdî, bi xebitîna li ser mijarên Kurdî wê nikaribin xwe bigihînin sînamayê. Kûrahiya di mûzîka Kurdî de dikare bibe mînakek. Hûn li kûderê jî bin, di kîjan şertan de lê guhdarî bikin jî bi mîsogerî mirov newaya Kurdî pê derdixe. Di nav hemû xirecirê de mirov wê zevt dike.

Dibe ku xeyalek be lê di fîlmên xwe de ez dixwazim xwe bigihînim wê newaya bêhempa a muzîka Kurdî û wan rastiyên ji rastiyan bêhtir rasteqîn ên çîvanokên Kurdî. Ev damarê çar hezar salî, ev çîvanok û ev newa haveyna hunera Kurdî ye. Rabûna sînamaya Kurd jî, ne li devereke pir dûr, li cihê pevgihîna çîvanok û newayê, li wê rastiya ku keseke ji me nikare înkar bike, bi denbêjan re ye.

Şîfreya dilê gelê Kurd

Ez niha pê bawer dikim sînamaya Kurd jî bi vê rasteqîniya xwerû ya Kurdan re ji nêz ve têkildar e. Şîfreya dilê gelê Kurd jî di vir de ye. Û ez hay jê heme heta ku sînamagerên Kurd vê şîfreyê ji hev neveçirînin, heta ku vê kodkirina jiyana Kurdan zevt nekin wê nikaribin xwe bigihînin mirovên Kurd. Li vir her wiha divê bibêjim, ên ku nikaribin xwe bigihînin gelê xwe wê nikaribin xwe bigihînin rêgezên gerdûnî jî. Ti gerdûnî ji me ne wêdetir e û rêya ku xwe digihîne mirovên din pêşî divê berê xwe bide me û piştî vê gotinê dixwazim vegerim ser mijara esasî.

Ez nizanim bê ka hunermendên Kurd wê kengî vê meyla azadiyê zevt bike. Bêguman Kurd pir derengî sînamayê mane. Cîhan li vê qadê belkî sed salî li pêşiyan Kurdan e. Em nirxên ku hunera sînamayê heta niha ava kiriye nikarin înkar bikin. Sînamagerê Kurd divê lêkolîna vê nirxê bike, hîn bibe û xwe lê zêde bike. Lê ji vê girîngtir divê sînamagerê Kurd rêya xwe xêz bike.

Gerîlayê Kurd çawa ku rêya ku diçe azadiya gelê Kurd li taleyên daristanên Kurdan vekiribe, divê sînamagerên Kurd jî bidin ber çavê xwe ku bikevin nav vê daristanê. Çawa ku zarokên ciwan ên gelê Kurd bi destê xwe rêya xwe xêz kiribin, dîrok ji hunermendên Kurd jî gavên wiha hêvî dike.

Em wêrek bin

Heke huner wêrekîbûn be naxwe em wêrek bin.

Em xwe bernedin wî cihê bazarê. Em sînameya xwe ne di nav têkiliyên bazirganî yê erzankirî e, lê di nav têkiliyên hevrêtiyê de ava bikin..

Heke mijar were ser min..

Ez gerîla me..

Heta ku li ser gelê Kurd şûrê înkar û îmhayê kil bibe li dest min çek ez ê li çiyayan bijîm. Îro kameravan im, sibe wênegir im, roja dî ez ê li firnê nanpêj bim. Heke hewce be ku li ser gir bim ez ê li ser gir bim, heke divê dive nobedar bim, ez li nobetê em. Heke hewceyî pê hebe ku bi rojan bimeşim, ez di rê de me.

Hemû peywirên ku gelê Kurd bide min ez jê re hazir im.

Ez careke dî fîlmekî çêbikim nizanim.

Lê yên ku divê vê bikin, heke vê nekin ez dîsa nobedar im..''

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.