Li Şedadê 2 çete hatin girtin

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:28

Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Şedadê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Dezgeha Ewlehiya Giştî li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Di daxuyaniyekê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja yekşemê şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê girt. Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên serkeftî yên hêzên me yên li dijî şaneyên DAIŞ û komên terorîst de, Hêzên Dezgeha Ewlehiya Giştî di encama xebatên şopandinê de şaneyeke DAIŞ’ê li bajarokê Şedadê girt. Dema hêzên me girt ser cihê ku endamên şaneyê xwe lê vedişart, endamên şaneyê gule avêtin hêzên me, hêzên me jî neçar man bersivê bidin. Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin û miqdareke çek desteser kirin. Çekên hatine desteserkirin ev in: Tivingeke Burno, rextek wê , çenteyek û 54 guleyên Burnoyê, 3 kalaşînkof, 18 cercûr û 11 mermiyên kalaşînkofan, 3 rextên leşkerî, 3 demançe, 118 gulle û 5 cercûrên damanceyan, 320 dolarê amerîkî û milyonek û 167 hezar û 500 lîreyê sûriyeyî. Di encama lêpirsîna bi çeteyên şaneyê re diyar bû ku li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi çeteyên DAIŞ’ê re di nava têkiliyê de ne, gelek nuqteyên ewlekariyê jî kirine hedef û kiryarên tirsandin, şelandin û gefxwarin li xelkê kirine. Çete sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin da ku bên darizandin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.