Şanoya Kurdî li dijî qedexeyan têdikoşe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:18

Yekitiya Şanoyan a Navneteweyî ya di bin sîwana UNESCO’yê de di sala 1961’ê de 27’ê Adarê weke “Roja Şanoyê ya Cîhanê” ragihand û ji wê dîrokê heta niha ev roj ji hêla lîstikvanên şanoyê û şanohezan ve tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê zext û qedexeyên li dijî şanoyê roj bi roj zêde dibin. Herî zêde jî şanoyên kurdî rastî van qedexe û qedexeyan tên. 

Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Omer Şahîn got ku ew Roja Şanoyê ya Cîhanê bi qedexeyan pêşwazî dikin û w got: “Ev qedexe, polîtîk in. Li dijî van qedexeyan jî berxwedaneke dîrokî tê raberkirin.” 

Di salên berê de qeyûman tevahiya saziyên çand û hunerê girtin. Yek ji mînakên vê jî Şanoya Bajar a di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû. Her wiha li Êlihê jî Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê hate girtin, li wanê Koma Şanoyê ya Navenda Çandê ya Nûdayê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xebatên şanoya bi kurdî dikir, ji hêla qeyûm ve hate belavkirin. 

Lîstikvanên şanoyê yên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji kar avêtibûn, dev ji têkoşîna xwe bernedan û di sala 2017’an de Şanoya Bajar a Amedê ava kirin. Her wiha Şano Ar, Teatra Jiyana Nû (Stenbol) û Teatra Mencel (Wan) û gelek komên din jî xebatên xwe biisrar domandin û bi lîstikvanên xwe hêj li ser dikê ne. Li dijî van israran, her wiha qedexe jî di meriyetê de ne. Herî dawî lîstika Şano Arê ya “Qral û Travis” di 11’ê sibatê de li Dîlokê, di 17’ê sibatê de jî li Agiriyê hate qedexekirin. Lîstik, herî dawî ji hêla qeymeqamtiya Şîşlî ya Stenbolê ve bêyî hincetek were nîşandan hate qedexekirin. Kedkarên şanoya kurdî tevî hemû zext û astengkirinan jî hewl didin bi hunera xwe bersivê bidin.  

Omer Şahîn anî ziman ku mîna hemû neteweyên din, ew jî 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê bi zimanê xwe pîroz dikin û şanoya kurd ji roja hatiye avakirin heta niha rastî her cureyên qedexeyan hatiye. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.