Li Rojava haziriyên roja şanoyê ya cîhanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:12

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Roja 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de komên şanoyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di çalakiyên vê rojê de, amadekariyê dikin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) salane çalakiyên şanoyê li dar dixe. Çalakiya herî mezin; Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol e ku heta niha 6 caran hatiye lidarxistin.

Hevserokê tevgerê Xelîl Tehlo got: "Biryar wiha hat dayîn ku mihrîcan her 2 salan carekê bê lidarxistin. Îsal jî ku tê de mihrîcan nayê lidarxistin dê çalakiyên berfireh li ser dikên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin." Tehlo wiha domand: "Li kêlek pîrozkirina vê rojê, ev roj ji bo me jî taybet e, ew jî roja şehadeta şehîd Yekta Herekol e. Ev roj ji bo me roja şanoya Kurdî ye."

Tehlo diyar kir ku di çalakiyan de sînevîzyon li ser şehîd Yekta Herekol dê bên nîşandan, peyama wî û ya Roja Şano ya Cîhanê bên xwendin, lîstik û skêçên şanoyê li ser dikên herêmê di rojekê de bên pêşkêşkirin ku çalakiya herî mezin ê li Qamişlo be, 2 rojan bidome û tê de 6 skêçên bi zimanên Kurdî û Erebî dê bên pêşkêşkirin. Ji wan skêçan yek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol e.

Li ser şopa şehîdan

Der barê naverok û peyamên wan skêçan de Tehlo got: "Hemû skêç û lîstikên şanoyê yên ku dê bên pêşkêşkirin mijarên siyasî, civakî, têkoşîn, mirovî û wijdanî li ser têkoşîna gelan ji bo azadiyê pêşkêş bikin. Em bi rêya şanoyê hewl didin ku em peyama domandina berxwedanê, şopandina rêya şehîdan û têkbirina planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin."

Erkên pîroz ên şanoyê hene

Derhêner û nivîskarê lîstika "Dika Heqîqetê" ya li ser jiyana şehîd Yekta Herekol ku ew ê li Navenda Mihemed Şêxo bê nîşandan, Osman Qurtlan got: "Li kêlek nîşandana jiyana şehîd Herekol, têkoşîna wî û çalakiya wî ya fedayî, lîstik her wiha rewşa siyasî ya wê demê, êrişên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide. Şehîd bi çalakiya xwe ya fedayî bersiva wan siyasetan da. Em jî bi şano û çalakiyên xwe piştrast dikin ku keda şehîd Yekta beleheq neçûye."

Der barê peyama şanoyê, erkên wê de û rola rewşenbîran di vê qonaxê de jî Osman Qurtlan got: "Şano û rewşenbîr neynika civakê ne û gelek erkên pîroz li ser milên wan in. Herî zêde pêwîst e ew bi berhemên xwe yên hunerî civakê ronî û perwerde bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.