Şanogeriya bêyî tirs û teredut

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:18

DELAL REMEZAN / JÎNHA / HESEKÊ

Her sal 27’ê Adarê weke ‘roja cîhanî ya şanoyê’ tê pîrozkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa jinê re bi riya navendên çad û hunerê yên hatin vekirin, şanoyê jî di nava beşên hunerê yên tên pêşxistin de cih girt. Ji bo ‘27’ê Adarê roja cîhanî ya şanoyê’ der barê xebatên şanoyê de em bi yekîneya şanoyê ya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivîn.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Reem Hassan diyar kir ku 3 sal in di xebatên şanoyê de cih digre û got: “Ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibim lîstikvan û beşdarî lîstikan bibim. Min dixwest bêyî tirs û teredut hebe bi awayekî bi ewle û bi hêz derbikevim pêşberî temaşevanan. Şano ji bo min gelek girîng e, rêbaza îfadekirinê ye. Li ser dikê ji yekê zêdetir fikir pêşkêş dikin yan jî em dikarin peyamên bi wate bidin. Em girîngî didin pêşniyarên temaşevanan di pêşnadanên şanoyê de.”

Şano rastiya civakê nîşan dide

Reem Hassan da zanîn ku şano neynika rastiya civakê ye û ji dîrokê ve trajediyên hatiye jiyîn, diteyisîne û got: “Lîstikvanên şanoyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her sal festîvala şanoya Yekta Herekol jî di nav de gelek çalakiyan li dar dixin, beşdarî pîrozbahiyên roja cîhanî ya şanoyê dibin. Şanoger bi performansên xwe lîstikên cuda yên ku peyamên girîng didin pêşkêş dikin.” Reem Hassan bang kir ku divê dayik û bav piştgiriya kêrhatiyên zarokên xwe bikin û ji bo pêşxistina vê qadê divê lê kêleka wan bisekinin û got: “Ez dixwazim hemû jinên kêrhatî xwe bi pêş bixin. Divê jinên Kurd ji bo çand û mîrasa xwe bi cîhanê bidin nasîn xebatên xwe berdewam bikin.”

Divê dewreyên perwerdeya akademîk hebin

Endama Tevgera Hîlal Zêrîn û şanoger Eva Abdî da zanîn ku 2 sal in di xebatên şanoyê de cih digre. Ji ber kêrhatiya wê ya lîstikvaniyê heye beşdarî xebatên şanoyê bûye û got: “Dema min dest bi xebatên şanoyê kir û derketim ser dikê, rastî gelek pirsgirêkan hatim. Destpêkê min şerm dikir. Teredutên min der barê fikrên civakê de yên li ser jinên lîstikvan hebûn. Bi şoreşê re em dikaribûn ji heqê van têgihîştinan derbikevin. Me hemû tiştên ku li pêşiya kêrhatî û azadiyê dibin asteng dît.” Eva Abdî xwest ku zêdetir eleqe nîşanî şanoyê were dayîn û performansên wan tenê bi çalakî û festîvalan sînordar nemînin û got: “Çiqas performans kêm be, şano wê ewqas temeşevanan winda bike. Di vê mijarê de lîstikvanên şanoyê ji bo kêrhatiyên xwe bi pêş bixin divê dewreyên perwerdeya akademîk hebin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.