Milîtanên wêrek li dijî mêtingeriya Tirk

Duşem 10 Çile 2022 - 22:24

  • HPG'ê 5 gerîlayên sala 2017'an li Heftenînê şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

HPG'ê 5 gerîlayên sala 2017'an li Heftenînê şehîd bûbûn, bi bîr anîn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got, "2017'an meha Çileyê li herêma Heftenînê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Serhed, Nûman, Mîrhat, Agît û Bager şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ku wan ji me re hiştiye, bi serketinê tacîdar bikin.

HPG´ê ji bo şehîd Serhed Wan got, “Hevrêyê me Serhed sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkirin.

Bi perwerdeyê re rûyê rast ê sîstema kapîtalîst a ku mirovan dike kole û rastiya dewleta Tirk a ku amûreke vê sîstemê ye, nas kir. Li hemberî vê yekê her wiha ziman, çand û dîroka xwe, cewhera xwe bêhtir nas kir, têgihişt. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî bi mînak ji hevrêyên xwe re.”

HPG´ê ji bo şehîd Nûman Lice got, “Hevrêyê me Nûman li navçeya Amedê Licê ji dayik bû. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êriş bir ser Kobanê, tevlî nava refên gerîla bû. Bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza û ji bo ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û hunerî ve xwe bi rengê herî baş perwerde bike çû Başûrê Kurdistanê. Li herêmên Metîna û Heftenînê gerîlatî kir. Li dijî êrişên dijmin berê xwe da serketinê, tevlî gelek çalakiyên serketî bû û bû yek ji hîmên bingehîn ên rêya serketinê.”

HPG´ê ji bo şehîd Mîrhat Ronî got, “Hevrêyê me Mîrhat li navçeya Wanê Elbakê ji dayik bû. Sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mîrhat ku meraqa wî gelekî li ser gerîlatiyê bû, hewl da her detaya gerîlatiyê hîn bibe û fêhm bike. Di heman demê de hewl da ku di felsefeya Apoyî de xwe bi pêş bixîne û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de ava bike. Hevrêyê me Mîrhat cihê xwe di nava lehengên nemir ên Heftanînê de girt.”

HPG´ê ji bo şehîd Agît Bagok got, “Hevrêyê me Agît ji bo bibe bersiv ji hesreta azadiyê ya gelê me û ji ber heqareta dijmin a li cenazeyên gerîlayan, sala 2013'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku li nava refên gerîla bû ji bo pêkanîna bibîranînên hevrêyên şehîd bi her awayî têkoşiya û di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng.”

HPG´ê ji bo şehîd Bager Baz jî got, “Hevrêyê me Bager dema ku karên ciwanan dikir, di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li deverên Amed û Erziromê wergirt, piştre çû Başûrê Kurdistanê û li herêmên Metîna û Heftenînê gerîlatî kir. Bi taybetî dema ku li herêma Heftenînê bû di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû.”

HPG´ê di dawiyê de got, “Hevrêyên me Serhed, Nûman, Mîrhat, Agît û Bager li Heftenînê di şerê bêeman ê dijî mêtingeriya Tirk de bi wêrekiya xwe bûne milîtanên mînak ên Apoyî. Em sersaxiyê ji malbatên van hevrêyên xwe û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Nasnameya şehîdan jî wiha hat eşkerekirin:

- Serhed Wan (Vedat Abî) yê li Wanê ji dayik bûye, kurê Kiymet û Veysî, Çileyê 2017´an li Heftenînê şehîd bû

- Nûman Lice (Cengîz Das) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Pakîze û Kamîl, Çileyê 2017´an li Heftenînê şehîd bû 

- Mîrhat Ronî (Ahmet Îbîş) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Muhteber û Cevdet, Çileyê 2017´an li Heftenînê şehîd bû

- Agît Bagok (Mehmet Çakan) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Ferha û Suleyman, Çileyê 2017´an li Heftenînê şehîd bû

- Bager Baz (Cuneyt Alma) yê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Şefîka û Mehmet Emîn, Çileyê 2017´an li Heftenînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.