Milîtanekî rasteqîn bû

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:19

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî şehadeta gerîla Şervan Rojda daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 30'ê Kanûna 2023'an li herêma Asosê di encama bombardûmana balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de gerîla Şervan Rojda şehîd bû. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Sanî Îmanî li bajarê Makû, li ser axa Rojhilatê Kurdistanê hate dinê. Wek her zarokekî Kurdistanê zilm, dagirkerî û neheqiyê bi çavê xwe dibîne. Her ku mezin dibe hestên welatparêziya ku di herêmê de heye dihêle ku bikeve nava lêgerîna ber bi jiyaneke azad ve. Bi çîrokên qehremantiya gerîla mezin dibe. Ji malbatekê bû ku şehîdên xwe hebûn. Şehadeta Rojda Zagros ku yek ji xizmên xwe bû pir li ser bandor dike. Navê Şervan Rojda rakir û berê xwe da nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Di nava refên me de, bê dûdilî li her dera ku pêwîste kar kir. Ji bo bibe milîtanekî rasteqîn xwe her dem perwerde kir û di nava hewldanan de bû. Bi moraleke mezin xwe tevlî kir, ji ber wê di nava dilê her hevalekî de cihê xwe çêkir û hate hezkirin. Heta dawî di hedefa xwe ya ji bo azadiya Rêber APO de xwedî israr bû. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşiya. Weke Yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê em ji malbata hevrêyê xwe Şervan Rojda û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta serketinê em ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin."

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ne:

Şervan Rojda (Sanî Îmanî), li Makuyê jidayîk bûye, 30’ê Kanûna 2023’an li Asosê şehîd bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.