Microsoft Translator di 2020’an de êdî wergera 74 zimanan dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Kanûn 2020 - 23:47

Microsoft Translatorê doh bi nûçeyeke bi hûrgilî behsa kirin û destketiyên xwe yên sala 2020’an kir. Wê got, wê 12 zimanên nû li sîstema xwe ya wergera metnan zêde kiriye. Ev zimanên hanê jî 7 zimanên ji Hindistanê û hawîrdora wê – Assamese, Gujaratî, Kannada, Malayalam, Marathî, Odiya, û Punjabî - sê zimanên ji Asya Navîn  – Darî, Kazaxî, Paştû -yek ji  Başûrrojhilatê Asyayê  – Kurdî (Hem Soranî û hem Kurmancî) -, û zimanek jî ji Ewrûpayê - Galiya îralndayê. Bi vî awayî jî niha bi temamî 74 ziman li ser Microsoft Translator ji bo wergera metnan hazir in.

Microsoft Translatorê xwe ji zaravayan jî nedaye alî. Wê gelek zarava jî îsal li lîsteya xwe ya wergeran zêde kiriye: Portugaliya Ewrûpî û Fransiya Kanadayê ji van in. Berê tenê Fransî û Portugalî dikarîn werin bijartin, lê niha heger mirov bixwaze dikare ji Fransiya Kanada û ya Fransî yekê bineqîne; yan jî ji Portugaliya Brezîlyayê û ya Ewrûpî yekê bineqîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.