Lehengiya YPJ’yê bû mijara ‘3 Body Problem’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:49

Lehengiya YPJ'ê bû mijara filmê 3 Body Problem ku di asta navneteweyî de yek ji fîlmên herî zêde lê tê temaşekirin. Di fîlm de karektereke YPJ'ê weke yek ji 3 kesên bijarte yên ji bo parastina cîhanê tê hilbijartin.

3 Body Problem (Pirsgirêka 3 Cismî) rêzefilmeke ku li ser platforma Netflîxê sala 2024'an hate weşandin û li tevahiya cîhanê bû yek ji wan filman ku herî zêde lê hate temaşekirin.

Film ji ber romana nivîskarê Çînî Liu Cixin ji aliyê derhêner David Benioff, D. B. Weiss û Alexander Woo ve hate amadekirin û bi 8 beşan hate weşandin.

Di vî filmê çîrokî-zanistî de qala destwerdana fezayiyan a li cîhanê tê kirin, ku mirovahî li hemberî fezayiyan bêçare dimînin. Di film de ji bo parastina cîhanê mirovahî li rê û rêbazan digerin û hewl didin planeke parastinê amade bikin.

Ev plan jî bi navê 'Wallfacer' di civîneke Neteweyên Yekbûyî de tê ragihandin. Karaktera ku weke Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî diaxive, projeyê radigihîne û diyar dike ku ew di nava şerekî mezin de ye.

3 kes ji bo mirovahiyê stratejiyekê diafirînin

Her wiha radigihîne ku ti sireke mirovahiyê li pêşberî hêza fezayiyan nîne, lê belê tenê derfeteke mirovan maye ku ew jî fikir û mejiyê mirovan e ku ji aliyê fezayiyan ve nikare bê xwendin. Di film de li ser vê bingehê jî projeya Wallfacer tê amadekirin û li tevahiya cîhanê 3 kes têne hilbijartin ku ji bo mirovahiyê stratejiyekê biafirînin.

Di film de tê destnîşankirin ku ev her sê kesên bijarte wê stratejiyê di mejiyê de biafirînin, wê xwedî erkên mezin bin û karibin hemû çavkaniyên cîhanê di vê oxirê de bi kar bînin. Yek ji van bijarteyan generalekî Çînî Hû Bolîg e ku pirtûkên wî yên li ser dîroka leşkerî ya li tevahiya cîhanê tê xwendin.

Tecrûbeyên şerê asîmetrîk

Ya balkêş jî ew e ku kesayeta duyemîn a hatiye hilbijartin şervaneke YPJ'ê ye ku bi navê Profesor Leyla Arîç tê nasandin. Di film de têkildarî karaktera Leyla Arîç tê gotin, li Reqayê li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye û di şerê asîmetrîk de xwedî tecrûbeyeke mezin a serketinê ye. Wallfacer ê sêyemîn jî fîzîknasê Îngilîz Sir Dûrent tê hilbijartin.

Di film de karaktera şervana YPJ'ê weke lehengekê tê nîşandan. Filmê ku sezona wê ya destpêkê ji 8 beşan pêk tê, tê payin ku sezona wê ya duyemîn jî bê amadekirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.