Her tişt ji bo ‘aferim’ekê!

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Nîsan 2024 - 18:10

  • Wekî din ew ji mamosteyê xwe re êzingan dibe, sobeya wê dadide û polê jî paqij dike. Di ser de penîrê mamosteya wê jî dîsa bi destê Alî diçe dibistanê. Li hember van tiştan mamosteya Alî jê re dibêje; “Aferim!” Ma ji xwe perwerde çiye?

“Ji bo em fam bikin, bê çi bi serê zarokên da hatiye, bila bîst zarokên Tirkan bînin Kurdistanê û têxin dibistaneke Kurdan û bi Kurdî derse bidin wan. Bila ev tişt bê qeydkirin û bibe film. Belkî piçekî din jî mesele bê famkirin.”

Ferhenga Bişaftinê/Bahoz Baran

Mamosteyên ku dewlet wan dişîne bajarên Kurdistanê her di destê wan de çovek hebû û dixwestin “Hebûna me Kurdan bi qurbana hebûna Tirkan bikin!” Ev yek ji peywira wan ya sereke bû û dixwestin zarokên Kurdan bi vî awayî li dibistanan tîmar bikin. Ji xwe dibistan jî bi armanca tîmarkirinê hatibûn ava kirin ne ji bo perwerdeyê! Her şeveq weke sirûdeke netewî bi Kurdan didin xwendin vê sonda sosret! Piştî demekê ji bo zarok vê sondê bixwînin dikevin pêşbirkê. Ji lewma kî vê sondê ji ber bike û xweşik bixwîne ew “bîrincî” ye! Tekê şagiratan e. Her wiha kî vê sondê xweşik bixwîne ew “aferim”eke xweşik ji mamosteyê xwe digire û dikare bi vê aferimê xwe qurre jî bike!  
Kurtefilmê “Alî Ata Bak-2011” yê Orhan Înce bişaftin û ezbera pergala perwerdeyê ya li Kurdistanê di 10 deqîqeyan de şirove dike. Li gundekî Kurdistanê dibistaneke ku çend pol bi hevre lê perwerde dibînin tê nîşandan. Şagirtekî bi navê Alî ku ji xeynî “Alî Ata Bak” ti tişî ji ber nekiriye û fêr nebûye ketiye ber foqûsa derhêner. 

Sonda nijadperest ya sosret
Rojekê gava xalê Alî tê mala wan em vê rastiyê dibînin. Alî tenê bi “Alî Ata Bak” dizane û her wiha sonda nijadperest ya sosret ji ber kiriye. Tiştê ku Alî li dibistanê fêr bûye ji van zêdetir nînin. Lê ew bi vê yekê serbilind e! Pirr kêfxweş e ku mamoste her şeveq sondê pê dide xwendin. Wekî din ew ji mamosteyê xwe re êzingan dibe, sobeya wê dadide û polê jî paqij dike. Di ser de penîrê mamosteya wê jî dîsa bi destê Alî diçe dibistanê. Li hember van tiştan mamosteya Alî jê re dibêje; “Aferim!” Ji xwe perwerde çiye? Ma ne ev tişt in. Mirov ji mamsoteyê xwe re bibe yekî “baş”, bi xebera wê bike û li hember tiştên dike jî aferimekê bistîne. Va ye perwerdeya li dibistanên Kurd a bi destê mamosteyên Tirk! 

Perwerdeya ji bo ‘aferim’ê sexte ye
Kesên weke Alî bi destê mamosteyên Tirk hatine tîmarkirin yanî ketine qalibekî. Qalibê ku dewlet dixwaze zarokan tê de bi cih bike. Gava mamoste vî tiştî bi serketî pêk tînin dewleta wan jî ji mamosteyên xwe yên nijadperest re dibêje “Aferim!”. Yanî ji bo ew jî ji dewleta xwe afarimekê bigirin tim di pêşbirkekê de ne. Ji bo ew di vê pêşbirkê de bi ser bikevin dikarin her tiştî bikin. Perwerdeya dewletê ya ku li ser “aferim”an hatiye ava kirin perwerdeyeke pûç û riziyayî ye. Bi gotineke din “sexte” ye. Qet nebe li cihekî weke Kurdistanê sexte ye. Alîyê “feqîr” nimûneyekî baş yê vê sextebûnê ye. 

Ruhê vî filmî her zindî ye
Filmê “Alî Ata Bak” her wiha nimûneyekî kurtefilmên Kurdî yê baş e jî. Di warê perwerdeya li Kurdistanê de ta bi derzî ve kiriye û meseleyê bi kurt û kurmancî aniye ziman. Filmekî bi vî rengî arşîva sînemaya Kurdî dewlemendtir dike û mirov dikare piştî salên dirêj jî dîsa li film vegere û temaşe bike. Ji ber ku ruhê vî filmî her zindî ye û xweşik hatiye hûnandin. Kurtefilmên bi vî awayî yên bi rêk û pêk her diçe kêmtir dibin û gava derhênerên van filman rextên sînemayê ji bo filmên metrajdirêj girê didin ewqasî bi serketî nikarin van filmên dirêj bihûnin! Xelk çawa dibîne nizanim lê kurtefilmên bi vî rengî yên derhênerên Kurd bêhtir bala min dibin ser xwe û ez ji van kurtefilman bêhtir hez dikim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.