Pisporê Perwerdeyê Behmen Tahîr da zanîn ku di nav civaka Kurd de dayik û bav şanaziyê bi zarokên xwe yên bi zimanê biyanî daxivin, dikin û dibêje; “Lê divê dayik û bavên Kurd bizanibin şanaziya herî mezin ew ku ji beriya hemû ziman bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê baxivin.”
Ziman, çand û dîrok stûnên hebûna netewekê ne, eger ev nebin gel jî nikare hebûna xwe bidomîne. Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên herî kevnar, dewlemend û navdar yên zimanên cîhanê ne. Zimanê Kurd yek ji zimanên di bin gefa tunebûnê de ye, eger ji aliyê Kurdan ve neyê parastin û pêşxistin wê hebûna wî bikeve bin metirsiyê. Derbarê girîngiya dayik, bav û malbatê ya di pêşxistin, dana jiyankirin û parastina zimanê Kurdî de Pisporê Perwerdeyê Behmen Tahîr ji ajana me Rojnews’ê re axivî.
Behmen Tahîr di axaftina xwe de balê dikêşîne ser rola ziman ya di parastina hebûna gel de û wiha got; “Zimanê dayikê ji bo her gelekê stûna hebûna wî gelî ye. “Eger her neteweyeke din ji aliyê zimanê wê netewê ve hatibe parastin, zimanê Kurdî jî bi heman awayî heta niha gelê Kurd parastiye. Ev jî yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî ye stûna herî xurt ya parastina netewa xwe ye. Di heman demê de zimanê Kurdî yek ji wan zimanane ku li ber gefan tunebûnê ye.”
Şanazî ewe ku bi Kurdî biaxive
Têkildarî girîngiya dayik, bav û malbatan ya arastekirina zarokên xwe di axaftin, bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî de jî wiha got; “Axaftina dayikê li malê bi zarokê xwe re yek ji mijarên girînge. Her wiha divê dayik ronakbîriya wê hebe ku şanaziyê ji bo zarokên xwe çêke ku bi zimanê dayika xwe biaxivin. Di civaka me de, hin dayik û bav şanaziyê dikin ku zarokên wan bi zimanê biyanî daxivin û bi başî Kurdî nizanin. Divê ev şanazî li cem dayika ronakbîr zelal bibe ku şanazî ewe ku zarokên te bi Kurdî baxive ne bi zimanê biyanî. Lewma parastina ‘zimanê dayikê’ divê ji nav malbatên me ve destpê bike.” Behmen Tahîr bal kişand ser pêngavên din yên parastina zimanê dayikê û wiha domand; “Gaveke din ji bo parastina zimanê dayikê avakirina dezgehên biçûke di nav rêveberiyên giştî yên perwerdeyê û serokatiya şaredariyan de. Pêwîste desteyeke zimanê dayikê di nav wan de hebe ji bo parastina asta peyvsaziyê û zimanê dayikê. Ev jî dikeve nav qada siyasetê ku çawa ji aliyê siyasî ve zimanê xwe biparêzin û paşê biçin qonaxa pêşveçûnê.”
Li Başûr zimanê yekem dikin Ingilîzî
Têkildarî fêrbûn û perwerdekirina zarok jî pisporê perwerdeyê wiha got; ”Her zarokek ku nikaribe bi zimanê dayikê baxive, bandorê li ser mejî û axaftina wî/wê dike. Dema ku zarok fêrî zimanê Kurdî dibe, rêya ramana wî/wê jî diyar dibe û bi Kurdî difikire. Ji bo ku zarok bi Kurdî bifikire, divê zimanê Kurdî bi kûrahî fêr bibe û heta bi Kurdî xewnan bibîne. Ya girîng ewe ku em çawa zarokên xwe li ser van tiştan perwerde bikin.” Têkildarî zêdebûna dibistanên taybet û di wan dibistanan de girîngî nedayîna bi zimanê Kurdî, berovajiyê wê girîngî dayîna zimanê biyanî wiha got; “Li Herêma Kurdistanê, bi avakirina dibistanên ne-hikûmî (dibistanên taybet-bi pere) re, zimanê yekem dikin zimanê Îngilîzî û yê duyem Kurdî. Ji ber vê yekê erkê Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind yên Herema Kurdistanê ye ku girîngiyê bidin zimanê Kurdî. Ev wek erkeke niştimanî girînge û divê di asta yekem de bê danîn.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ