Em qedexeyan pûç dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:48

RÛKÎYE ADIGUZEL / MA / AMED

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ya 9’an ku di 18'ê Nîsanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê bi dirûşmeya "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" dest pê kir, wê heta 27'ê Nîsanê bidome. Şanogerên Kurd ên ji gelek deverên Kurdistanê hatin mihrîcanê, lîstikên xwe pêşkêş dikin. Di mihrîcanê de 5 şanoyên tirkî û 14 şanoyên Kurdî hene. 

Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn zextên li ser şanoya Kurdî û girîngiya mîhrîcanê nirxand. 

Şahîn anî ziman ku ew ji ber lidarxistina mihrîcanê gelekî kêfxweş in. Şahîn da zanîn ku naveroka lîstikên ku wê bên pêşkêşkirin dewlemend e û got: “Hem ji Başûr, hem ji Bakur û hem jî ji Rojhilatê Kurdistanê lîstik hene. Lê mixabin hevalên me yên Rojavayê ji ber sedemên siyasî nikaribûn beşdarî vê mirhîcanê bibin. Ji Stenbolê jî lîstikên tirkî hene. Hêvîdar im ev 10 roj pir baş deras bibin."

Şanogerên Kurd jî hene

Şahîn diyar kir ku armanca mihrîcana ku wan li dar xistiye ew e ku lîstikvanên şanoyê yên li çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev û lîstikên wan pêşkêş bikin, bi rêya şanoyê çîrokên xwe ji hev re vebêjin û êşên xwe ji hev re bînin ziman. Şahîn destnîşan kir ku ji ber vê mihrîcan pirr girîng e. Şahîn anî ziman ku lihevkombûna şanogeran ji bo şanoya Kurdî gelekî girîng e û got: “Pirsgirêka me hemûyan bi otorîterbûna rayedaran re heye. Em hemû bi zimanekî ku tê xwestin bê tepisandin û qedexekirin şanoyê pêşkêş dikin. Di pêvajoyeke wiha de hatina cem hev a şanogerên şanoya Kurd, gelekî girîng e. Em bersiva pirsa 'li vê cîhanê Kurd hene yan na?' didin. Li cîhanê Kurd hene, şanogerên Kurd jî hene."

Li hember qedexeyan em li ber xwe didin

Şahîn bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek lîstikên Kurdî tên qedexekirin û astengkirin û got: “Ji ber vê yekê dema ku lîstikek me tê qedexekirin, em dibêjin ‘ev ziman û şano êdî qedexe ye û ka em karekî din bikin.' Em li hemberî van li ber xwe didin û xebatên nû dikin û em van qedexeyan pûç dikin. Di demên dawî de jî, gelek lîstikên me hatin qedexekirin. Ev qedexe ji aliyê dadgehan ve bêwate hatin dîtin û rexneyên li ser lîstikên me hatin rakirin. Lê ev nayê wê wateyê ku êdî wê lîstikên me neyên qedexekirin an jî em ê lîstikên xwe bi rihetî bilîzin. Em vê yekê baş dizanin. Çawa ku lîstikên me qedexe kirin û piştre gotin 'hûn azad in', di rojên pêş de jî dema ku atmosfer biguhere, wê qedexe dîsa dest pê bikin. Em ê li dijî van qedexeyan bisekinin û xebatên xwe yên şanoyê bidomînin."

Şano tenê komedî û pêkenok nîne

Şahîn destnîşan kir ku şanoya Kurdî di rojên pir zehmet re derbas bûye û wan xebateke zehmet kiriye û got: “Piraniya mirovan şanoyê wekî qada pêkenok an jî komediyê dizanin. Lê a rast şano, di heman demê de ji bo me berxwedan e. Em bi lîstikên xwe hem pirsgirêkên heyî nîşanî raya giştî didin û hem jî ji bo têkoşîna li dijî rayedaran derd û kulên gel tînin ziman. Ji ber vê, em vê yekê pir girîng dibînin."

Şahîn bang li hemû Amediyan kir ku xwedî li şanoya Kurdî derkevin û tevlî lîstikên festîvalê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.