‘Têkiliyên hevpar’ ên li Tîbetê

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Nîsan 2024 - 00:54

  • Wênegirê bi navê Kin Coedel li Tîbetê fotografên gelek xweşik û dilsoz ên xelkên koçer girtine. Ew bi van fotografên xwe bala xelkê dibe ser “têkiliyên hevpar” ên li gundê Rîtoma yê Tîbetê.

Wênegirê bi navê Kin Coedel di sala 2021’an de diçe Tîbetê da ku fotografên xelkên li Tîbetê dijîn bigire. Ew bi mehan li deşt û zozanên Tîbetê geriya da ku fotografên xweşik bigire. Nexasim jî hin xelkên ku li deşt û zozanên Tîbetê weke koçeran dijîn pirr bala wî birine ser xwe. Kin Coedel piştî girtina gelek wêneyan koleksiyoneke “bê wext” a bi navê “Dyal Thak” ava dike û di vê koleksiyonê de bi çand, rîtûel û jiyana rojane ya koçerên Tîbetê dadikeve. Dyal Thak bi zimanê Tîbetî tê maneya “têkiliyên hevpar” û têkiliya di navbera insanên Tîbetê de îşaret dike.

Kin Coedel di wêneyên xwe yên ku jiyana rojane ya koçerên Tîbetê rave dike de gelek detayan jî nîşan dide. Ew bi van fotograf û portereyên koçeran behsa jiyana li deşt û zozanên Tîbetê dike û çîrokeke pirr xweşik disêwirîne. Nexasim jî bi xelkên xwecih ên Tîbetê re têkiliyên taybet saz dike û çîroka wan teswîr dike. Coedel cara ewil ji bo ku fotografê jinên Tîbetî yên ku bi hiriyê “yak” tiştan çêdikin bigire çûye Tîbetê. Piştî ku ew van jinên afirîner û jêhatî nas dike gelek carên din jî diçe Tîbetê û xwe bi van kesan dide qebûl kirin. Naxwe wî nekarîbû ewqasî fotografên dilsoz û xweşik bigirta. 

Nihêrin û têgihîştina min diguhere

Kin Coedel di derbarê kar û barên xwe yên fotografiyê de dibêje; “Ez bêhtir dêhna xwe didim ser çandên ku veşartî mane û zêde nayên temsîlkirin. Pirr kêfxweş dibim gava bi van çandan dadikevim û dikim belge. Her wiha ez weke kesekî ku li Rojava mezin bûme bivênevê ji hin tiştên Rojhilatî tênagihîjim. Ji xwe zanîna kesên Rojavayî ya di derbarê civakên Rojhilatî de gelek caran bi qisûr e. Ji ber vê yekê ez li hember zanîna xwe ya qebe û klasîk jî derdikevim bi van wêneyan. Her ku diçim hin deveran û bi xelkên li wir re têkiliyan saz dikim ez jî dikevim qonaxeke din û div an gerê xwe de fêrî gelek tiştên nû dibim. Nihêrîn û têgihîştina min diguhere.”

Hunerê jinên pêşeng ên Rîtomayê 

Kin Coedel van fotografên xwe li herêma Tîbetê, li gundê Rîtoma girtiye. Li Rîtomayê jin her tim pêşengiyê dikin ji civakê re û her wiha di warê sinehetkariyê de jî pirr afirîner in. Di van fotografên Coedele de jî em têkiliyên civakên koçber ên bi hev re dibînin, têkiliyên bi hêz ku piştevaniya hevdu dikin. Gelek wêneyên Coedel bi awayekî pastoral in û bala insanan dibin ser xwezayê. Xelkên koçber ên Tîbetê bi tevnkariyê re mijûl in û di vî warî de gelek serketî ne. Ew gelek xalîçeyên xweşik çêdikin û di karê hunerê destan de jî pirr pêşketî ne. Fotografên Coedel têkiliya xelkên koçber ên Tîbetê ya bi xwezayê re jî pirr xweşik rave dikin û em dibînin ku xelkên li wir ji xwezayê pirr hez dikin ango xwezayî ne. Lê ji xeynî van tiştan hemû deşt û zozanên Tîbetê bi serê xwe karakterên kartêker in di fotografên Coedel de. Wî dînamîka van deşt û zozanan jî pirr bi serketî di fotografên xwe de bi cih kiriye.

Têkiliya bi xwezayê re girîng e

Kin Coedel pirr dixwaze ev xebatên wî bala xelkên din jî bikşînin û wan bi vî awayî teşwîqî jiyanên alternatîf ên ku nayên zanîn dike. Codel dibêje; “Belkî ev fotografên min di navbera insanan û xwezayê de têkiliyan ava bike. Di navbera insanan de têkilî hene lê têkiliya bi xwezayê re jî bi qasî vî tiştî girîng e.” 

Kin Codel di navbera Parîs û Şangayê de dijî. Yanî li her du bajaran jî dijî û bi karê fotografiyê re mijûl e. Wî di sala 2023’an de di pêşbirkekê de mentoriya Magnûmê bi dest xistiye û her wiha ew xwediyê xelata “Prix du Public” e k udi Festîvala 38’an ya Hyeres de wergirtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.