Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Nîsan 2024 - 19:00

  • Mihricana Şanoyê ya Amedê ya 9’an ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê û bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, bi kelecaneke mezin li Qesra Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê starta xwe da. 

Mihrîcan ku bi dirûşmeya “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” tê lidarxistin, bi axaftina lîstikvan û hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û performansa rîtûel a Batman Yenîsahne û Şermola Performansê dest pê kir. Mihrîcan rastî eleqeyeke mezin hat û gelek hunermend, nivîskar, kesên bernas tev li bernameya vekirinê ya mihrîcanê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyên Amedê û nûnerên saziyên sivîl tev li bernameya vekirinê bûn.
Ewilî lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn û Berfîn Emektar xêr hatina mêvanan kirin û dûre nivîsek ku ji bo mihrîcanê amade kiribûn xwendin. Nivîsa bi kurdî Omer Şahîn ya tirkî jî Berfîn Emektar xwend.

Şano ji bo me ne teqlîd e
Şahîn destnîşan kir ku mirovên demê, her tiştên ku dibînin, dibihîzin, bi dest dixin, tam dikin û bêhn dikin wekî "rast" kod kirine di hişê xwe yên nûjen de. Şahîn, diyar kir ku ji wan re ramanek cuda, mejîyek cuda, niyetek cuda lazim e û wiha dirêj kir: “Nêzîkatiyeke din tenê li ser rastiya rûyê avê namîne, kûr dibe û digihîje heqîqetê. Wî eşkere dike û pêşkêş dike. Nêzîkatiya bingehîn a hunerê û bi taybetî jî ya me hunermendên şanoyê jî ew e ku heqîqetê bidin ber çavan. Ji bo me şano ne teqlîd e. Şano mudaxele ya rastiya ser rûyê avê ye, rastiyên li pişt dîmenê heyî, derdixe holê û pirsan li tiştên xuyayî dike.”

Gelo rêyeke din mimkun e?
Omer Şahîn da zanîn ku şano, temaşevan ji rewşeke pasif vedigerîne rewşeke çalak, lêpirsîner û aktîf û wiha dewam kir; “Şano ya civakî bandoreke rîtuelistik e. Ji bo me Şano qebûl kirina tiştên tên dayîn nîne, red kirina qaliba ku jî bo me hatiye diyar kirin e. Li hember derketina qebûlkirina bê pirs e. Şano her tim li pey vê pirsê ye. Gelo rêyeke din mimkun e? Belê, li vê erdnigariyê êş, wêranî, parçebûn û qirkirina çandî heye. Û ev rastiyek e. Ev xuya ye. Lê li hember vê têkoşîna me, berxwedana me, dengê me, gotina me jî heye. Li van erdan bîra me, ruhê me, û dilê me heye.  Cewhera me û hebûna me li ser van xaka ne. Ev heqiqet e û li pêşiya rastiyê ye.”

Slav ji bo stûnên şanoya Kurdî
Piştî Şahîn, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û da zanîn ku gelê kurd di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derket. Bûcak, diyar kir ku wan careke din şaredariyên xwe bi dest xistin û got: “Spas ji bo keda hemû hevalan ku ev mihrîcane amade kirin. Ji bo hemû hezkiriyên şanoyê gelek lîstik hene ku di nava hefteyê de temaşe bikin. Ji gelek welatan beşdarbûn heye. Dê lîstikên şanoyê bi zimanên Ermenî û Kurdî bên lîstin. Hêvîdarim her kes li Amedê hefteyek baş a şanoyê derbas bike. Me soz dabû ku em ê Amedê bikin bajarê çand û hunerê. Em ji vir soza xwe nû dikin. Dîsa silav ji lîstikvanên ku di van rojên dijwar de li gel hemû zextan û hemû xetereyan jî stûnên şanoya kurdî ne. Bijî şanoya Kurdî.”
Piştî axaftina Serra Bûcak lîstikvanên Batman Yenî Sahne û Şermola Performasê bi tevlibûna mêvanan jî çend lîstik lîstin û demeke bi ken derbas kirin.
Bername, bi stranên hunermendê Colemêrgî Mûrad Demîr bi dawî bû. MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.