Meydaneke alternatîf: RadioJin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Tebax 2021 - 06:10

  • Serra Bucak dibêje bi rêya RadioJinê, ew dixwazin vê yekê li ser amûrên nû yên medyayê biceribînin û platforma podcastan bi dengê jinan geştir bikin.

 

ARDÎN DÎREN / AMED

Di van salên dawiyê de medyaya dîjîtal zêde tên bikaranîn û hema bêje hemû civak bala xwe dide ser vê. Êdî ji televizyon û sînemayan bêhtir afirîneriyên medyaya civakî bala civakê dikişîne. Nexasim jî piştî pandemiyê mirovan ji her demê bêhtir berê xwe da medyaya dîjîtal. Bi heman armancê gelek platformên podcastan hatin damezirandin. Ji bo dengê jinan li cîhanê bilind bike di sala 2021’an de bi piştgiriya “Space for culture” li Amedê jî “RadioJin” hate damezirandin.

Kargehan çêdikin

RadioJin, ku ji hêla komek jinên li Amedê hatiye damezirandin, ev demek e ji bo jinan fêrî karê podcastan bike kargeh ango komxebatên perwedehiyê bi rêve dibe. Jinên ku bi salan di warê çand, huner, wêje, muzîk, bîra bajêr, siyaseta jinan, jîneolojî û pedagojiyê de dixebitin tevlî komxebatên “RadioJin” dibin û xwe di platforma podcastan de tînin ziman.

Di qada dîjîtal de dengê jinê

Koordînatorê projeya RadioJin Serra Bucak dibêje, “Em pê bawerin ku têkoşîna jinan li çar aliyê dinyayê mezin dibe û her diçe dengê me bilindtir dibe. Jin bi amûrên xwe yên afirîner çalakiyên cihêreng teşwîq dikin, ev çalakiyên wan divê werin xuyanê û bandora xwe nîşan bidin. Di cîhana dîjîtal de jî divê jin karibin xwe bi podcastan îfade bikin û nerazîbûnên xwe yên li dijî newekheviya zayendî bînin ziman. Her wiha divê ew karibin hemû jinîtiya xwe bêyî sansûrkirin parve bikin û azad bin.”

Zimanekî kolektîf û aştiyane

Podcast, fena radyoyê ye û li ser înternetê ji hin malperan kengî mirov dixwaze dikare peyda bike. Podcast tenê ji deng pêk tê û dosya, hevpeyvîn, serpêhatî û hwd. dihewîne. RadioJin jî dixwaze di vê meydanê de hebe. Her wiha Serra Bucak dibêje ku ew bi projeya RadioJin dixwazin li hemberî zimanê pederşahî zimanekî femînen biafirînin û her wiha derbarê podcastan de jî dixwazin jinan fêrî zanînên teknîkî bikin û wan di vê hêlê de xurttir bikin. Serra Bucak wiha pê de diçe, “Di vê demê de herî zêde pêdivî bi zimanekî kolektîf û aştiyane yê bi perspektîfa azadîxwaz a jinan heye. Em dixwazin vê yekê li ser amûrên nû yên medyayê biceribînin û platforma podcastan bi dengê jinan geştir bikin.”

Serra Bucak derbarê komxebatên RadioJin de jî wiha dipeyive; “Komxebata yekemîn di meha Tîrmehê de li Amedê pêk hat.Van pêlan jî em li Amedê li ciyê tomarkirina dengan bi jinan re civiyan û me civatekê çêkir. Em vê yekê pirr girîng dibînin ku jin bi riya podcastan nihêrînên xwe bînin ziman û gotinên xwe bibêjin. Her wiha podcast peywîra radyoya dîjîtal jî dibîne, mirov dikare di her kêliyê de li muzîk û hevpeyvînan guhdar bike. Platforma podcastan ev derfet dide mirov ji lewre em vê qadê ji bo jinan pirr girîng dibînin û dixwazin vî karî fêrî jinan bikin.”

Li ser Spotify, Apple û Google wê hebe

Serra Bucak dibêje, “Em ê heya Mijdara îsal bi tevahî 2 komxebatan li dar bixin. Beşdarên me jî ji jinên ku di warên çand, huner, wêje, muzîk, bîra bajarî, siyaseta jinan, Jineolojî û pedagojiyê de dixebitin pêk tê. Her yek ji Amedê û bajarên derûdorê beşdarî projeyê dibin. Podcastên jinên ku beşdarî komxebatê bûne dê li ser platforma ‘RadioJin’ werin belavkirin. Her wiha dê li ser platformên weke Spotify, Apple û Google jî cî bigirin.’’

Jin zimanekî alternatîf ava dikin

Serra Bucak derbarê perwerdekaran de jî diaxive û wiha behsa naverokên dersan dike, “Perwerdekara me ya bi navê Selen Dogan bêhtir li ser zayendiya civakî disekine û bi navê ‘Di zimanê medyayê de bandora cihêkariyê ya ku ji zayendiya civakî piştgirî digire’ dersê dide. Her wiha ew li çareseriya vê yekê jî difikire û li dijî vê yekê pirsa ‘bi riya podcastan em çawa dikarin zimanekî alternatîf ava bikin?’ pêş dixe û hewl dide li hember ferzkirinên civakê, jin zimanekî alternatîf ava bikin. Perwerdekara bi navê Hazal Sipahi jî kargeha bi navê ‘Li cîhanê naveroka podcastan ji çi pêk tê û ji bo hilberînê aplîkasyonên çawa tên bikaranîn?’ bi rêve dibe.”   

RadioJin dê dewlemendtir bibe

Her wiha Serra Bucak bal dikişîne ser zimanê podcastan û dibêje, podcastên wan bi şêwezarên Kurdî werin weşandin û li gel şêwezarên Kurdî dê zimanê Tirkî jî hebe. Serra Bucak mebesta xebatkarên platforma podcastan a RadioJinê wiha tîne ziman; “Ji vir û pê de mabesta me ewe ku em rêzebernameyên bi rêk û pêk çêbikin û bi vî awayî derkevin hemberî temaşevanan. Wekî din piştî ev perwerdehiyên me ango komxebatên me bi dawî bibin em ê ji bo beşdarvanên vê projeyê derfetan biafirînin. Em ê piştevaniya jinan bikin da ku karibin karên podcastan dewam bikin. Em ê tîmek ava bikin û naveroka ‘RadioJin’ ê dewlemendtir bikin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.