Menal Mêrdîn li Şengalê hat oxirkirin

Şemî 14 Çile 2023 - 03:36

Roja 2’yê Çileyê li nahiya Tilezêr a Şengalê di encama suîqestek bêbext a bi destê dewleta Tirk û PDK’ê pêkhat, şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn şehîd bibû.

Cenazeyê şehîd Menal bi karwanekî wesayîtan ji ber Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve hate rêkirin. Cenazeyê Şehîd Menal bi merasîmekê li goristanê hate veşartin.

 

Em spasiya xelkê Şengalê dikin

Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê ji pêkhateyên cuda tevî serok eşîr, nûnerên rêxistin û saziyên Şengalê amadebûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîda destpêkir û piştre peyama malbata Şehîd Menal bi deng hate guhdarkirin.

Di peyama malbatê de sersaxî ji tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî re hate xwestin û hate gotin, “Ji dema Şehîd Menal şehîd bûye civaka me ya Êzidî li ser piyan in. Em  spasiya xwe ji bo tevahiya gelê Şengalê dikin ku ji bo eşkerekirina vê bûyerê di nava liv û tevgerê de neher li ser piyane.”

 

Bû mamostayê civaka me

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Hemed Bişar jî axivî û got: “Di şexsê Şehîd Menal û şehîdên komkujiya Parîsê de em tevahiya şehîdan bibîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan de ditewînin.  Şehîd Menal bi salane di nava vê tevgerê de ji bo tevahiya gelên Kurdistanê tekoşîn kiriye û bi her awayî xizmet kiriye. Herî dawî biryar da piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an berê xwe da Şengalê û weke mamosteyekî ji bo civaka me kar kir.”

 

Menal kurê her maleke Êzidî ye

Li ser navê TAJÊ Xoxê Cindî jî axivî û got: “Em wek malbatên şehîdan dayîkên şehîdan bi şehîdbûna her kesekî xizmetkarê vê civakê be, pê diêşin. Lê di aliyê din em kêfxweş û ser bilidin ku gelê me bi girseyî li şehîdên xwe xwedî derdikeve. Şengal ne cihê kesên xwe firoşan e, Şengal cihê wan kesaye ku serê xwe dan û sirra xwe nedan e. Kesên îxanetkar û hevkarê dijmin, îxanet li ola xwe kiriye. Ji ber ku di ola me de îxanet herame û nayê qebûlkirin. Ji ber ku Heval Menal ji bo civaka Êzidî kar û xebat kirye, ew kurê her maleke Êzidî ye. Em bang li gelê xwe dikin dest ji karên xerab berdin jiber ku îxanet ne karê Êzdiyane.”

 

Heval Menal xelkê Şengalê Zane kir

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Şengalê Hisên Sadûn jî da diyakirin ku van şehîdan erk û barekî mezin daye liser milê wan û got; “Em wek civaka Êzidî lazime li vî barî xwedî derkevin û xeta şehîdan dewam bikin. Taybet Şehîd Menal zanebûna wî ya heyî ku daye xelkê Şengalê bi tu awayî  nayê ser ziman. Zanebûna ku daye xelkê Şengalê, em ê di pratîka xwe de diyar bikin. Şengala xweser û azad em ê bi keda şehîdan ava bikin û tu kes wê nikaribe me ji vê rêyê vegerîne.”

Piştî axaftinan cenaze li ber tilîliyên dayîkan hate veşartin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.