MED-DERʼê dest bi serdema nû kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 22:41

MED-DER’ê ji bo perwerdehiya kurdî qeydên serdema nû da destpêkirin. Mamosteyê MED-DER’ê Murat Bîlgîç ji welatiyan xwest ku qeydên xwe çêkin û beşdarî dersên wan ên online bibin. 
Ji ber şewba vîrusa koronayê ya li cîhanê belav bûye, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dersên xwe li ser onlîne berdewam kirin. MED-DER ji bo serdema nû bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî di 15’ê Cotmehê de qeydên perwerdehiya bi kurdî da destpêkirin. Wê dersên asta destpêkê, ya yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn bi bernameya zoomê li ser onlînê werin dayîn. Ji ber pêwistiyê wê ji bo şagirtên asta mamostetiyê ders rûbirû were dayîn. Ji bo dersa asta mamostetiyê de di çarçoveya tevdîrên koronayê de jî amadekarî hatine kirin. Dersên ku werin dayîn ji bo kesên temenê wan bi ser 18 salî re ne. Wê dîroka qeydan heta 15 rojan bidome û di 7’ê mijdarê de jî dest bi perwerdehiyê were kirin. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.