Me bi têkoşînê şoreşa Rojava pêk anî
În 30 Çile 2026 - 03:35

Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed li ser agirbest û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got, "Di salvegera rizgarkirina Kobanî de, em careke din bi şerekî re rû bi rû ne. Piştî ragihandina agirbestê, êrîşên giran li dijî Rojava hatin kirin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin."
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di 6'ê Çileya 2026'an de, paşê li deverên mezin ên Rojavayê Kurdistanê belav bûn. Ji 6'ê Çileyê vir ve, van koman êrîşên dijwar li herêmê pêk anîn. Piştî vê yekê, roja Sêşemê 20'ê Çileya 2026'an, di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de peymanek agirbestê hat çêkirin, da ku şer ji bo çar rojan were rawestandin. Piştî bidawîbûna vê agirbesta çar rojî, dirêjkirinek 15 rojî hat ragihandin. Lêbelê, êrîşên koman di dema agirbestê de jî berdewam dikin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Remziye Mihemed, li ser mijarê axivî.
Remziye Mihemed diyar kir ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin û diyar kir ku îradeya gel ji hemû şer û komkujiyên ku hatine kirin mezintir e. Remziye Mihemed got, "Saziyên dadweriyê yên li çaraliyê cîhanê divê li dijî kesên ku van sûcan dikin, li dijî vî şer û komkujiyên ku li dijî gelê me têne kirin, rola xwe bilîzin. Gelê Rojava berxwedanek mezin nîşan dide. Di vê berxwedanê de têkoşînek mezin dane. Çeteyan cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê yên ku kuştine nîşan dan. Ev sûcekî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Divê sûcdar tavilê werin cezakirin. Gelê me her tim bi şervanên xwe re ye û em bi vê yekê serbilind in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Me bi berxwedan û têkoşîna xwe şoreşa Rojava bi ser xist û em ê dîsa bi ser bikevin."
JINNEWS / RIHA / EVÎN ÇÎFTÇÎ









