Mars heyva xwe dixwe!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 19 Mijdar 2022 - 07:47

Li gorî lêkolîneke nû, derzên li ser zemîna heyva herî mezin a Marsê Phobosê, dibe ku ji ber tesîra hêza kêşanê ya Marsê (Merîx) li ser vê heyvê be. Heger wiha be, Mars heyva xwe hêdî hêdî parçe dike. 

Li ser zemînê heyva herî mezin a Marsê ya bi navê Phobosê, derz xuya dikin. Li gorî lêkolerên lêkolîneke nû, dibe ku Mars bi xwe bi hêza xwe ya kêşanê dike ku ev derz bikevin zemîna heyva wê. Lêkoleran berê xwe daye kratereke ji ber derbeke astroîdan. Gava lêkolîna xwe dewam kirine, dîtine ku derzên di vê kraterê de, her çûye ji hev bêhtir vebûne. Li gorî lêkoleran, sedema vê jî hêza kêşanê ya xurt a Marsê bi xwe ye. Yanî Mars heyva xwe ji hev dixe. 

Phobos li cihê xwe yê herî tûj, ji serekê heta serê din 27 kîlometro (heyva dinyaya me 3475 kîlometreyan fereh e) ye û 6 hezar kîlometreyan (heyva me 384400 kîlometreyan dûrî dinyayay me ye) dûrî Marsê ye. 

Axir halê hazir Phobos her serê 100 salan 1.8 metreyan nêzî Marsê dibe û gera wê ya li dora Marsê ne bi îstîqrar e. Bi heman rengî derzên li ser zemnînê wê jî ne sabit in. Ew her diçe bêhtir ji hev diçin. Li gorî lêkoleran sedem hêza her diçe zêde dibe ya kêşana Marsê ‘lin ser vê heyvê ye. 

Li gorî teoriyê, parçeyên li derve yên heyvê, ji ber hêza kêşanê ya Marsê ji hêza kêşanê ya heyvê bi xwe dûr dikevin. Her ku heyv nêzîktirî Marsê bû, rojekê wê hêza kêşana Marsê ji hêza kêşanê ya ku heyvê bi hev ve digire zêdetir bibe û heyvê ji hev parçe bike. 

Heger tiştek neguhere, bi leza îro, Phobos wê piştî 40 milyon salî gera xwe ya mirina xwe bi dawî bike.

Sala 2024´an Ajansa Fezayê ya Japonyaypê (JAXA) mîsyoneke bi navê Martian Moons eXploration (MMX: Kifşkirina Heyvên Marsê) dide destpêkirin û çav li rêye bi nimûneyên sala 2029´an li dinyayê vegerin, piştrast bibe ka Phobos çima ji hev de dikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wêne: NASA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.