Maratona azadiya Ocalan

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdulllah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ de li seranserî Kurdistan û derveyî welat dewam dikin. Li Hambûrgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re azadî’ hate lidarxistin. Li Kobanê û Şehbayê jî, jin û ciwan li dijî tecrîdê meşiyan.

Di çarçoveya çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê heta 10’ê Cotmehê dewam bike de,‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hat lidarxistin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Elman ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî” li hev civiyan, li navenda bajêr beza maratonê li dar xistin. Çalakvanan tîşortên “Ji Ocalan re Azadî”  (Freiheit Für Öcalan) li Hamburg Europa Passage dest bi maratonê kirin. Çalakvanên ku li kolana herî qerebalix ê bajêr 7 kîlometre beziyan, dubare vegeriyan Europa Passage û maratonê bi dawî kirin. Çalakvanan bi daxuyaniya xwe ya li qadê ragihandin ku wê tevahiya meha Cotmehê meşên wan ên azadiyê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî” li sedan navendên Ewropayê dewam bike.

Çalakvanan di çarçoveya rêze çalakiyên ku wê heta 10’ê Cotmehê dewam bike ku salvegera pêngava “Ji Abdulllah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ye, her roj li bajêrekî cuda danezanan belav bikin, standên agahdarkirinê vekin û bimeşin.

Jin û ciwan li ser piyan e!

Bi sedan jinên ji kantona Firatê bi meşeke girseyî pergala êşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar kirin. Meşa ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat lidarxistin, ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û li Qada Azadî bi dawî bû.

Di meşêde wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Jin Jiyan Azadî", " Ji Rêber  Apo re azadiya fîzikî,  ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşmên "Jin Jiyan Azadî, "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê, li Qada Azadî ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre li ser navê tevgerên jinan ên li kantona Firatê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal e ji bo rizgariya gelê Kurd û tevahî civakan li girava Îmraliyê têdikoşe û got:Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên azad wekî rêberê têkoşînê tê naskirin.

Avaşîn Misto tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser hemû gelan nirxand û got:"Wekî ku em dizanin tu zanyaran û tu fîlozofan xeta azadiya jin diyar nekirin, lê Rêber Apo rastî û cewherê jinan da naskirin û azadiya jin bi azadiya civakê ve girê dide. Tecrîda giran a mutleq a di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahî jinan e. Bi fikrê Rêbertî hêza jin derketiyê pêş û bi vî fikrî xwe bi rêxistinkirine. Erka me ye em vê şoreşê berdewam dikin. Em xwedî li Rêberê mirovahiyê derbikevin. Em ê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin û wî di nav xwe de bibînin."

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê jî meşeke girseyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xistin. Meşê ji çerxerêya bajarokê Ehdas ê Şehbayê dest pê kir û ber bi gundê Til Qirah ve bi rê ket. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang li ciwanan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Abdîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrîna nû kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.