Mamosta û fermandarekî mezin bû

Şemî 17 Gulan 2025 - 03:40

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Mahmût Manas (70) ku li navenda êşkencexaneyê Riza Altûn nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, qala Altûn kir. Manas, da zanîn ku ew di sala 1979’an de li Serêkaniyê hate binçavkirin û piştre anîn navenda binçavkirinê ya Rihayê û got:“Min Riza Altûn li wir nas kir. Ew jî salek beriya min anîbûn vê derê û êşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Tevî vê jî bi berxwedêrî û helwesta xwe moral dida. Her tim ji me re digot ‘xwe li ser pêyan bigirin.’ Em 15 rojan bi hev re di bin çavan de man. Piştre jî em birin qereqoleke li devera Devegeçîdiyê ya Amedê. Em hefteyekê li wir bi hev re man. Ji bo ku beriya me derxînin dadgehê şopên êşkenceyê nemînin, em hefteyekê li wir hatin ragirtin. Hefteyek piştre jî em hatin girtin.” Manas, diyar kir ku piştî biryara girtinê tevî Altûn li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê hatine ragirtin û got:“Di girtîgehê de hîn bûm ku navê wî yê kod Şîrket e û me her tim jê re digot Şîrket. Ez bûm şahid ku fermandarekî pir mezin e. Mamosteyekî pir mezin bû û pir baş hîn dikir. Pir baş birêxistin dikir. Ji roja ewil a girtîgehê heta dawiyê birêxistin dikir. Nêzî salekê em bi hev re di heman qawîşê de man.”

Berxwedêr û rêkxer bû 

Manas, ji dehan berxwedanên Riza Altûn li girtîgehê birêxistin kiribû yek jê wiha vegot:“Îdareya girtîgehê ji bo îşkenceyê li Alî Erek ê li qawîşa me bike, xwestin wî ji qawîşê derxînin. Riza Altûn got ku ew ê wî hevalî nedin û li ber xwe bidin. Xwest ku em tevek bi destên hev bigirin, vî hevalî bixin navbera xwe û ji bo nedin li ber xwe bidin. Me jî bi destên hev girt û îdare neçar ma ku derkeve. Hevalê Riza jî got; ‘Heke nyeta van nebaş be ev ê gazê biavêjin me. Werin çiqas xawlî û rûlihêf hebin teveka şil bikin û bînin. Û ji min re çoyekî jî bînin.’ Me jî çoyê firçeyî anî. Heval Riza jî bizmarek tê de bir û benîştê di destê leşkeran de ji destê wan derxist. Benîşt, xist kunên qifleyê û tê de şidand. Îdareyê bi gazê êriş kir. Li ser gotina hevalê Riza me jî ranzayên xwe dan ber pişta derî. Ji ber ku benîşt di kunên qifleyê de bû, nekarîn derî vekin. Derî bi spîralan birîn lê ev demekî dirêj ajot. Heta wê demê rageşî hinek kêm bû. Ketin hundir lê me dora Alî Erek girt û me neda wan. Îdare, beyî ku Alî Erek bibe ji wir çû. Lê ji ber gaza avêtin hundirê qawîşê, mirovî nedikariya li hundir bisekine. Bi amirê ewlekariya hundir re hevdîtin hate kirin û amir jî got ‘dixwazim heqekî bidim we lê dema ez didim hûn careke din nadin.’ Lê ji ber ku ji berxwedanê jî bibandor bûbû, got ku heta bêhna gazê diçe dikarin li hewşê bimînin. Em jî heta havîn qediyayî li hewşê man.”

Kesekî adil bû 

Manas, diyar kir ku piştî Derbeya Leşkerî ya 1980’ê, li dijî zexta cilên yektîp grevên birçîbûnê yên mezin hatin lidarxistin û piştî vê çalakiyê qawîşa wan hate belavkirin û got:“Piştre min hevalê Riza qet nedît. 10 rojan di greva birçîbûnê ya dorveger de mam lewma 6 mehan di hucreyê de hatim ragirtin. Bi Mûstafa Karasu re di heman hucreyê de mam. Esat Oktay got; ‘Ez ê we tevan teslîm bigirim, zeafa her kesekî heye.’ Her tiştek kir lê negihişt armanca xwe. Piştî 6 mehan em derbasî qawîşê bûn lê bi hevalê Riza re li heman qawîşê nebûm. Li cem wî cihêkarî tune bû. Di komunê de edalet hebû. Heta dema cigareyek jî dida wekhevî hev belav dikir. Her tişt hevpar bû û yek ji kesên ev pêk di anî jî hevalê Riza bû. Kesayetekî dilnizm û demokratîk bû. Li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Serê tevahiya gelê Kurd sax be.” 

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.