Kaytan û Altûn hatin bibîranîn

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:05

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Liverpoolê û li Silêmanî hatin bîranîn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Liverpoolê ji bo kadroyên pêşng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Liverpoolê yê Îngilistanê merasîma bîranînê li dar xist. Her wiha ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmanî jî çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. 

Li Liverpoolê bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinên li vir hat kirin de hat gotin:"Xwedîderketina li bîranîna şehîdan ne tenê bîranînek e, di heman demê de sondxwarina ji bo mîrateya têkoşîna ku wan li pey xwe hiştiye." 

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Di dema pêşandana sînevîzyonê de li salonê kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Silêmanî 

Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn. 

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Dû re li cihê ku wêneyê şehîdan heye fînd hatin vêxistin.

Di axaftinên li vir hat kirin de hat gotin:"Divê em hîn xurtir xwedî li şehîdên xwe derbikevin"

Bîranîn bi dirûmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.