Dê ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive

Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 02:55

Meclisa Ciwanan a DEM Pariyê ya Rihayê dê roja şemiyê bi rojeva “Aştî û Civaka Demokratîk” komxebatê li dar bixe.

Meclisa Ciwnanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civînên xwe yên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de didomînin. Roja şemiyê li Rihayê dê komxebata bi dirûşma “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” bê lidarxistin.

Komxebat dê li eywana Baroya Rihayê saet di 10.00’an de bê lidarxistin. Dê Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn, nivîskar Namik Kemal Dînç û endamên Koordînasyona Jinên Ciwanan a DEM Partiyê beşdar bibin.

Komxebatê dê ji 3 civînan pêk bê û rojeva sereke ya komxebatê dê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê û geşedanên piştî bangê bin. 

Endama Meclisa Jinên Ciwan a DEM Partiyê ya Rihayê Bêrîvan Kocaoglû, hemû ciwan vexwend komxebatê. Berîvan Kocaoglû, got: “Me dema xebatên komxebatê de, ji mirovan re banga Rêber Apo û pêvajoyê rave kir. Me ji wan re qala aramanca komxebatê û girîngiya wê kir. Ji bo beşdariya komxebatê bi biryar bûn.”

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê Seyît Ahmet Şahîn jî bi lêv kir ku ji bo komxebatê amedakariyên wan didomin û got: “Em dixwazin hemû gelê me, hevalên ciwan û jinan di komxebatê de bibînin.”

MA /RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.