Malbata Barzanî dadgeh bikin!

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:34

Di 30’ê Çileya 2024’an de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Emerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 îdîayên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan, êşkencekirina welatiyekî Emerîkî, ne li gorî yasayê derxistina xelkê ji ser erd û milkên wan, bazirganiya madeyên hişber, bazirganiya li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gel Emerîkayê di lîsteya terorê de ne” kir. Li ser gilîkirina rêxistinê Dadgeha Federal a Emerkayê jî di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva îdîayan bide. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî bi nameyekê piştgirî da Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê û xwest malbata Barzanî ji ber sûcên xwe yên jenosîd a li dijî Şengalê bê dadgehkirin. Nameya TAJÊ wiha ye:“Em civaka Êzidî di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hatin. Fermana herî dawî 3.8.2014’an ku bi destê dijminê mirovahiyê DAIŞ, hevkarê wê PDK û dewleta Tirk pêk hat. Di encamê de bi hezaran mirov me hatin kuştin, revandin, nêzî 7 hezar jin û zarok dîl ketin destê DAIŞ’ê. Heta niha 87 gorên komî hatine dîtin, qubên me û cihên pîroz hatin teqandin. PDK’ê xiyanetekî dîrokî li civaka me kir. 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn qaşo parastina Şengalê dikirin, dema ferman rû da bê ku yek fîşekê biteqînin reviyan û Şengal radestî DAIŞ’ê kirin. Di roja îro de ji bo PDK li ser sûcên xwe bigire, her roj li ser raya giştî propagandayên derew dike û dibêje ‘Me Şengal rizgar kir, me 500 şehîd li Şengalê da ye.’ Cîhan hemû dizane kê xiyanet li civaka me Êzîdî kir û kê rizgar kir. Me bi çavên xwe dît ka PDK xiyanet çawa li civaka me kir. Em dibêjin ger PDK 500 şehîd dane, kanî cenazê wan û navê wan çi ne? Yê ku canê xwe feda kirin zarokên vê civakê bûn.

Li ser dîlên me bazarê dike

Her wiha li ser dîlên me jî PDK’ê rojane bazarên qirêj dike. Ev yek li dijî exlaqê mirovî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Dîsa ji ber hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re, bi dehan car dewleta Tirk êrişî Şengalê kiriye û pêşengê wê hedef girtiye. Bi salane PDK bi zihniyeta xwe ya deshilatdar û li gorî berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk û DAIŞ’ê re têkiliyên xwe berdewam dike. Herî dawî  hevjîna Ebû Bekir El Bexdadî bi xwe îtîraf kir, ka çawa PDK’ê alîkariya wan kiriye. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî diyar dikin, ji bo rastî derbikeve holê û edalet cihê xwe bigire em amade ne ku di dema pêş de dosya û raporên pêwîst ên girêdayî jenosîda 3.8.2014’an pêşkêşî we û cihên pêwendîdar bikin. Em dibêjin dem dema edaletê ye, li ser vê bingehê daxwazên me wiha ne:

1- Bila komên serbixwe bên serdana Iraqê û bi taybetî serdana Şengalê bikin.

2- PDK li ser sûc, kiryar û xiyaneta li hemberî civaka Êzîdî ya 3’ê Tebaxa 2014’an kiriye bê dadgehkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.