Mala zimanê Kurdî 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Cotmeh 2022 - 02:19

Atolyeyên payizê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin. Di atolyeyan de dersên bi şêwezarên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî wê bên dayîn. Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi û Remziye Alparslanê der heqê xebatên komeleyê de û zextên li ser Kurdî axivîn. 

Sûbaşi diyar kir ku komeleya wan berdewama Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye û sala 2016'an bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) de3wleta Tirk ew girtibû. Wî got, xebat û pirtûkên wan ên lêkolînê yên li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî hene. Sûbaşi bi bîr xist ku bi navê Zendê ew kovarekê jî derdixin û wiha peyivî: "Ji ber ku li dibistanan perwerdehiya bi zimanê Kurdî tine ye, em van xebatên akademîk bi awayê perwerdehiya dibistanan bi rê ve dibin. Ji ber hindê, armanca me, em xwendin û nivîsandina bi Kurdî berbelav bikin û Kurdî biparêzin." 

 

Dersên Hewramî û Kelhûrî ji didin

Sûbaşi da zanîn ku ew biharê, payizê û havînê dersên Kurdî didin û go, ji xeynî 3 Şêwezaran ew dersên Hewramî û Kelhûrî jî didin. Sûbaşi destnîşan kir ku komeleya wan maleke Kurdî ye û got, ji bo parastina şêwezarên Kurdî hemûyan ew dixebitin: "Em dixwazin Kurd jî van şêwezaran hîn bibin. Ji lew re şêwezarên Kurdî hemû girîing in û divê bên parastin." 

 

Bi kursan Kurdiya xwe xurttir dikin

Sûbaşi da zanîn ku elaqeyeke zêde ji bo xebatên wan heye: "Xebatên me bala gelek derdoran dikişînin. Ji ber vê, înstîtuya me tê naskirin. Ji lew re em di warê Kurdî de xwediyê hişmendiyekê ne. Yanî di vî warî de jî elaqeyek heye. Her sal bi vî awayî bi hezaran kes tevlî kursên me dibin û bi van kursan Kurdî hîn dibin yan jî Kurdiya xwe xurt dikin." 

 

Polîtîkayên dijminane yên dewletê

Hevseroka komeleyê Remziye Alparslan jî diyar kir ku ji bo mirov karibin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, perwerdehiya bi Kurdî didin û got, di vê pêvajoyê de wan dest bi perwerdekirina zarokan jî kiriye. Alparslan bal bire ser helwêsta dewletê ya li hemberî zimanê Kurdî jî û got, dewlet li hemberî Kurdî polîtîkayeke dijminane esas digire. Alparslan destnîşan kir ku heta Kurd bi zimanê xwe perwerde nebin, mirov dê nikaribe bibêje, ev nêzîkatiya dijminane bi dawî bûye. Alparslan anî ziman ku divê gel li dijî van polîtîkayên dijminane xwedî li zimanê xwe derkeve: "Bila vê rastiyê bibînin û berbayî wan nekevin da ku zimanê wan ji dest wan neçe. Dikarin li malên xwe zimanê xwe biparêzin, dikarin ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her fersendê bi kar bînin û bi vî awayî li ser lingan bimînin." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.