'Mîhracana Çand û Hunerê ya Tetwanê' ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ve bi dirûşmeya 'Em rêya aştiyê bi hunera azad biavêjin' tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir. Festîvala ku bi çalakiya îmzekirina pirtûkan dest pê kir, danê êvarê bi konsera hunermend Suavî dewam kir. Beriya ku Suavî dest bi konserê bike, parlamenterê Bedlîsê yê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Ogan axaftineke kurt kir.
Ogan wiha axivî: “Eger îro em dikarin bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi hunera xwe, bi çanda xwe û hebûna xwe li van xakan mîhrîcanekê li dar bixin, ev bi saya wan kesan e ku ji bo vê têkoşiyane. Ez li hemberî yên di vê mijarê de ked dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”
Li Erdîşê jî ‘şahiya biharê’ hebû
“Şahiya Biharê” ku ji hêla Şaredariya Erdîşê ya Wanê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir. Eleqeyeke zêde ji bo şahiyê hebû û coşeke mezin hebû. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran welatî tev li bûn.
Di şahiyê de Dengê Arsîsa, Koma Sorjîyan û hunermend Xêro Abbas derketin ser dikê. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Roja duyemîn a şahiyê bi dirûşman û konserê bi dawî bû.
MA/BEDLÎS