Mafên Kurdan bi kolektîfî tên parastin
Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:15

DEM Partî, di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Ji Efrîqaya Başûr heta Meksîka, Belçîka, Îtalya, Katolanya û Hindistanê, ji gelek welatên cuda kes tevlî bûn. Di konferansê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin, tecrûbeyên şer-çareseriyê yên cîhanê hatin parvekirin û li ser paradîgmaya Rêber APO nirxandin hatin kirin. Çend nîşeyên di konferansê de derketin pêş ev in:
* Têkildarî azadiya Ocalan peyamên girîng hatin dayin.
*Beşdarên konferansê di tevahiya konferansê de ji eywanê derneketin.
*Balkêş bû ku piraniya beşdaran têkildarî pêvajoyê û şert û mercên Ocalan ji endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol û Veysî Aktaş ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de mabû pirs kirin.
*Peyama Rêber APO di her du rojên konferansê de di sihbetan de hate nîqaşkirin.
*Beşdaran got ku têgehên Rêber APO di peyama xwe de qal kirî yên weke ‘sosyalîzma civaka demokratîk’, “qanûna hemwelatiya azad’, ‘qanûnên azadiyê’, ‘jinûveavakirina bingeha civaka demokratîk’ û hwd. dê rê li ber nêrînên nû veke.
* Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di axaftina xwe de got ku hewl didin rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê ava bikin û dixwazin pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re hebin. Îlham Ehmed, got:“Divê dengê hêj daxwaza şer dikin bên qutkirin. Tirkiye dikare vê bike. Divê bêyî tirs daxwaza aştiyê bike.”
* Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî di peyamên xwe de piştgiriya xwe ya bi pêvajoyê re careke din nîşan dan.
Divê Kurd daxilî hiqûqê bin
*Axaftina Ozgur Faîk Erol bi baldarî hate guhdarîkirin û got ku Kurd ‘li derveyî fermiyetê’ hatine hiştin û got Ocalan hewl dide Kurdan daxilî hiqûqê bike.
*Rûniştina ku tecrûbeyên şer-çareseriyê yên cîhanê dihat parvekirin, rastî eleqeya herî mezin hat. Mohamad Bhabba ku ji Efrîqaya Başûr hatibû got:“Carnan di muzakereyan de rewş xerab dibin lê dîrok deriyên mirov qet ne li bendê yên nû vedike. Û divê hûn jî li wir amade bin.”
* Serokê Netewî yê Sinn Feinê yê Îrlandayî Declan Kearney jî da zanîn ku muzakereyên herî baş bi nirxan tê kirin û got:“Divê pêvajoyên muzakereyan bi temamî berfireh bin, hemû mijar bi aşkerayî bên nîqaşkirin, her du alî jî bi başniyet tev li bibin, bi hev re baweriyê ava bikin, biryaran cîbicî bikin û berê wan li hedefên aşkera be. Divê civaka sivîl û gel were daxilkirin.” Kearney, daxwaza xwe ya azadiya Rêber APO dubare kir.
* Igor Zulaika jî tecrûbeya Baskê vegot, diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe û got:“Divê êdî her kes piştgiriyê bide aştiya li Kurdistan û herêmê.”
*Serokê Katalonyayê yê berê Pere Aragonès jî destnîşan kir ku di pêvajoya muzakereyê de hewcehî bi vîzyoneke demdirêj heye û got:“Pevçûnên bi sedan salane didomin, mirov nikare di salekê de çareser bike. Girîng e ku peyvên rast bên dîtin. Ya herî girîng jî peymana we ya bi gel re ye.”
*Gurkan Çarkiroglû ku ji kevneşopiya ulkucuyan tê û di demên dawî de bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî pirsgirêka Kurd tê nasîn jî got:“Ji bo dijminê xwe baştir nas bikim û li dijî wî baştir têbikoşim min dest bi xwendina Ocalan kir. Lê hem di xwendinên Ocalan hem jî di ya dîroka Tirk de min dît ku kesên em weke dijminên xwe dibînin, ev hezar sal in xizmên me ne.” Çakiroglû, di navberan de bi Erol re sihbet kir û Erol got ku Rêber Abdullah Ocalan nivîsên Çakiroglû dixwîne.
Ronahiya Ocalan ez anîme vir
*Di roja duyemîn a konferansê de jî nîqaşên girîng hatin kirin. Peyamên Norman Paech û John Holloway bal kişand.
*Norman Paech, diyar kir ku divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin û got:“Ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê veguhere pêvajoya demokrasiyê, divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî gotin ku pêvajo wê rê ne li ber parçebûnê lê yekitiyeke birûmet veke û bi banga Rêber APO deriyê serdemeke nû vebûye.
* Fîlozofê Marksîst John Holloway ku 11 hezar km’an dûr hatibû jî got ku ronahiya Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bandor li wî kiriye û got:“Aştiyeke watedar, divê li ser bingeha veguherîneke civakî were avakirin.”
*Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî ku peyama bidîmen ji konferansê re şand jî got:“Azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Ez, hezkirinên xwe ji her kesên çek berdayîn û li şûna wan pênûs hilbijartin re dişînim.”
*Di nîqaşên her du rojan de hat destnîşankirin ku pêvajoya çareseriyê wê domdirêj be û divê muzakere û têkoşîn bi hev re were meşandin.
*Konferans, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû û hat dîtin ku tevî şertên giran ên tecrîdê jî paradîgmaya Rêber APO li cîhanê belav bûye.
MA/STENBOL














