LKFF bi merasîmekê xelatan belav kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Cotmeh 2022 - 10:11

Mihrîcana Filmê Kurd a Londonê ku ji sala 2001’an û vir ve li Londonê tê lidarxistin, îsal di dîroka 23-30’ê Îlonê de, weke 15 metrajên dirêj û 16 metrajên kurt bi 31 filman cara 13’an hate lidarxistin.

LKKF, li Sînemaya Prînces Charles a navdar a Londonê, bi merasîma xelatan bi dawî bû. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, endamê Meclîsa Şaredariya Harîngey Alî Ozbek, Nûnerê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ya Ingilistanê Karwan Jamal Taher, rojnamevan Zoe Tîdman û Constance Wong û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn.

Beriya merasîma xelatê galaya filmê “Ji Şengalê name” ya ku bi derhêneriya Dersîm Zerevan, ji aliyê Komuna Film a Rojava va hat çêkirin, hate kirin. Piştre filmê “Îmad’s Chîlhood (Zarokên Îmad)” a Derhêner Zahavî Sanvajî hate nîşandan. Her du film jî bi taybetî qetlîma ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan pêk anî, nîşan dikir û temaşevan bi hestiyar bûn. Piştre bi jurîtiya Derhêner Veysî Altay, Nîkola Îvanovskîa, Reber Dovsky, Vîlda Salehî, Azîz Çapkûrt û Serhat Karaaslan xelatên LKFF’ê hatin eşkerekirin.

‘Aliyê din ê çem’ bû belgefilma herî baş

Belgefilma “The Other Sîde Of Rîver (Aliyê din ê çem)” a derhêneriya wê Antonîa Kîllîan kirî, hêjayî Xelata Belgefilma Herî Baş a Metraja Dirêj a Mehmet Aksoy a Mihrîcanê hat dîtin. Derhêner tevlî merasîmê nebûbû, lewma Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs xelat pêşwazî Derhêner Veysî Altay kir.

Filmê The exam (Ezmûn) a Derhêner Shawkat Amîn Korkî hêjayî  Xelata Film a Metraja Herî Baş a Rojazer hate dîtin. Xelata Filmê Herî Kurt a Yilmaz Guney, dan Filmê Fînger Prînt (Şopa Tilî) a Zanyar Mihemmeddînîkû. Xelata Filmê Herî Baş û Kurt ê Taha Kerîmî jî dan filmê 7 Symphonîes of Zagros (7 senfoniyên Zagrosê). Xelata Lîstoka Jin a Herî Baş jî, îsal dan du lîstokvanên jin. Şewbo Silêmanî ya ku di filmê Fînger Prînt de lîst û Avan Jamal a ku di filmê The Exam de lîst, hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Lîstoka Mêr a Herî Baş jî dan Poûrîna Rahîmî Sam ê ji filmê Zalava.

‘Dema Dirîreşkan” xelata jûrî a taybet girt

Xelata Jurî ya Taybet jî îsal dan filmê Blackberry Season (Dema Dirîreşkan) a Derhêner Haşim Aydemîr. Jurî ragihand ku wan xwest weke piştevaniyek a bi zehmetiyên çêkirina filman a li Kurdistanê û gelek sînemagerên di film de cih digrin ku li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne re nîşa bidin. Xelata Jurî ya Taybet di beşê filmê belgefilm de, dan filmê My Name îs Dekan (Navê min Dekan) a Ala Hostyar.

Di axaftinên ku di merasîma xelat de hatin kirin de, qala girîngiya mihrîcanê ya ji bo Kurd û Kurdistanê hate kirin. Di mihrîcanê de jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, hat bîranîn û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.