Lijneyê mafê berdanê betal kiriye

Duşem 19 Tebax 2024 - 00:36

Gulşen Adet ku ji 1996’an ve girtî ye û halê hazir li Girîgeha Jinan a Sîncanê ye li gel ku 28’ê Adarê cezayê wê qediyaye jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ev 2 caran berdana wê texîr dike. Adet got hemû biryarên lijneyan wekhev in û destnîşan kir ku gelek dadgeh tevî îtîrazan jî biryarên lijneyan qebûl kirine. 

Adet derbarê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi nameyekê diyar kir lijneyan hincetên wekî "rewşa nebaş" derxistine holê û berdana wan hatiye astengkirin. Adet got: “Her kes baş tevdigere. Lê belê tê gotin ku; 'Ji ber ku têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye û ne poşman e, nayê berdan. Tê gotin ger girtî poşman be, wê demê dikare bê berdan û tev li civakê bibe. Tenê pîvana tevgera baş aniha qebûlkirina poşmaniyê ye." Adet diyar kir ku hemû biryarên lijneyan wekhev in û destnîşan kir ku gelek dadgeh tevî îtîrazan jî biryarên lijneyan qebûl kirine. 

Dijî me senkronize dixebitin

Adet wiha domand: “A rast, dadweriya înfazê saziya pesendkirina îdareyan e. Sazî, ji roja hatiye avakirin heya niha tu serlêdaneke me jî bernesivandaiye. Derbarê darazê de, dadgeh û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi awayekî senkronîze li dijî me dixebitin. Jixwe di vî warî de Enqere wek herêma pîlot hatibû hilbijartin. Sedema vê jî ew e ku di navenda hemû mekanîzmayên dewletê de ye. "Rêveberiya Girtîgehê û hemû saziyên din ên dadwerî bi temamî li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijmijatiyê pêk tînin."  

Adet bi berdewamî got,’’Ev yek ji polîtîkayên bingehîn ên rejîma şerê taybet e ku 40 sal in li dijî me girtiyan e dide meşandin.  Têkoşîna azadî, demokrasî û mafên mirovan têkoşîneke ku berdewamiyê dixwaze. Lewma desthilat di şexsê girtiyên siyasî de bi pêkanînên cuda dixwaze vê têkoşînê bişkîne.” 

Bahçelî cerdevanê girtîgehan e

Adet diyar kir li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê helwesteke taybet heye û girtîgeh ji aliyê kadroyên MHP'ê ve tê birêvebirin û wiha got: "Ji midûrê yekemîn ê girtîgehê heta dozgerê girtîgehê hemû bi xebatkar û îdeolojiya MHP'ê tevdigerin. Bahçelî diyar dike ku kî ji girtîgehê derkeve kî na. Bahçelî cerdevanê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ye."

Heke tiştek bê kirin divê zû were kirin 

Adet anî ziman ku divê raya giştî li hemberî tiştên diqewimin bi hestiyar be û wiha dewam kir: “Li girtîgehan bi taybet pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û bi giştî tecrîdeke giran heye. Lewma ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.