Li Wan û Stenbolê gelek kirin nezaretê
Pêncşem 20 Gulan 2021 - 01:56
Di êrişa li bajarê Wanê de Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver jî di nav de gelek kes hatin girtin. Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser mala Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Kesên Xizmên xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) Gulistan Onver. Di serdegirtinê de pirtûkên li mala Onver hatin desteserkirin. Piştî lêgerîna 2 saetan, Onver birin navenda MEBYA-DER a Wanê û li avahiyê lêgerîn kirin. Li dû lêgerînê tevî Onver 2 kes girtin û ew birin nezaretxaneyê. Heye ku hejmara girtiyan zêdetir be.
Polîsan li Stenbolê jî bi ser malên endamên Partîzanê de girt. Di êrişê de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Endamên Partîzanê li Stenbolê ji bo yek ji pêşengê nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya çalakiya bîranînê li dar xistibûn. Piştî vê bîranînê polîsan li Stenbolê serê sibê bi ser malên endamên Partîzanê de girt. Di serdegirtina 8 malan de herî kêm 7 kes hatine binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN