Qirkirina siyasî: 269 kes binçav kirin 

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 01:55

Li 36 bajarên Kurdistanê û Tirkiyê polîsên Tirk ên bi ser rejîma AKP-MHP’ê ve bi ser malan de girtin û 269 kes hatin binçavkirin. 

Wezareta Karê Navxwe yê Tirk ragihandin ku di girtina ser malan de ya li 26 bajaran bi tevahî 269 kes hatine binçavkirin. Weke ku tê zanîn 13’ê Cotmehê ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were destnîşankirin û azadiya fizîkî ya Ocalan were xwestin Mîtînga Azadiyê hatibû kirin. Ji gelek bajaran gel ji bo tevlî mîtîngê bibin berê xwe dabûne Amedê lê polîsên Tirk li gelek deveran gel asteng kirin. Diyar bû ku Mîtînga Azadiyê bûye hinceta qirkirina siyasî ya li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.